Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Tawanake ragihandî ye, herkes wirdekarî û hêmanên wê nas dikin, heger eşkere bînin yan neênin ziman, hemû dizanin ku ew alîyê tawankar her rêjîm e ku karîn û desthilat û vîna tawankariyê bo encamdana tawanê di destê wê de heye, herwiha sercem alavên berhemhênan û sazkirin û bikaranîna çekên kêmyawî yê hatî bikaranîn di encamdana vê tawanê de di dest wê heye, binav berpirsê tawanê nas dikin û herwiha navên encamderên wê yên pileberz jî nas dikin, dizanin çawa tawan hatiye kirin û paşî çawa ew çek bi bêşermî hatiye radestkirin.
Tevlî derbasbûna duwemîn salvegera wê tawanê ku hêjî tawanbar serbest e, û kesukarên 1507 şehîdan çaverêyên helwestek navdewletî ne ku bigehêje ast qebarê tawankariya di derheq xweşteviyên wan de, lê çi helwestê nabînin û herwiha çi rêşûnekê nabînin ku rê bigire li pêşiya dubarekirina van tawanan, ku hêjî ava serê Sûriyan dikele û mirin raserî serê wan e bi çek û bi her alavekên kuştinê yên berdest, ji kêr û şûran destpê bike û heta bigehêje mûşek û bermîlên teqîner û heta bi çekên kêmyawî jî, ku Tora Sûrî ya mafên mirov 125 binpêkirinên hêzên Esed ji biryara 2118 re ya Encûmena Ewlekariyê belge kirine, ku ji wan 56 binpêkirin ji biryara 2209 re ne ya tawanbarkirina bikaranîna serbazî ji gaza kilorê re.
Em di Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê de, dubare em daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê dikin ku bi berpirsyarî û erkên xwe di ber parastina aştî û ewlekariyê di Sûriya de rabe, û ji bona standina rêşûnên bilez bo rawestandina tawanên dijmirov û binpêkiranan û misogerkirina dadgehkirina tawanbaran, hevdem em bêguhdariya Civaka Navdewletî li bîr tînin û xemsariya wê û reftara wê ya berdewam ya ji bona bikaranîna xwîna Sûriyan wek pelikeke danustandinê ji bona bazar û berjewendiyan di nav dijminan de.
Em xelkê Sûriyê piştî ku me nirxên mezin dan ji bona bidestxistina armancên xwe û em hêjî didin, em dîtir baş têdigihin û dizanin; ku em şerê xwe tenha bitenê bi baweriya me bi xudayê mezin û bi palpiştiya zend û bendên şoreşgeran berdewam dikin, û herwiha ku take rê û gerantî ji serkeftin û rizgariya Sûriyê re ji rêjîma stemkar û serokê wê yê tawankar û demudezgehên wê yên serkutker û herwiha ji dirustkirina sîstemek dîmokratîk re li ser binyatê firealî û dadperwerî û desthilata yasayê tenê bi yekrêziya me ye û xwedûrkirina ji duberekî û cudakirinê ye û bi pabendiya bi piransîpên Şoreşê ye.
Dilovanî ji Şehîdan re û saxî ji birîndaran re û Azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û miletê wê bi azadî û serfirazî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
21 Tebax 2015