Berdevkê Fermî Bi Navê Hevebendiya Niştimanî Sûrî Salim El – Mislit tawana hovane ku rêxistina Daişê derheqê zaniyarê şûnwaran û lêkolînerê şûnwaran ê Sûrî Xalid Es`ed li bajarê Tedmurê berî çend rojan pêk anî şermezar kir.
El – Mislit got ev tawana xwîndar dikeve ser zincîra kuştarên ku rêxistina tirorist a ji hêla Esed ve tê meşandin pêk anîne, ku armanca wê kuştina dîrok û hebûna Sûrî ye, û destnîşan kir ku ji cîhanê tevan re diyar dibe xwevekişandina artêşa rejîmê ji pêş hêza Daişê û berdewamiya kuştarên rejîmê derheqê milletê Sûrî, armanca wê dorpêçkirina şoreşa ku ji berî çar salan ve berdewam e, û hewldaneke têkçûyî bo vemirandina wê ye.
El – Mislit behîdariyek germ bo xelkên zanyarê Sûrî Xalid Es`ed pêşkêş kir, rêz û hurmeta xwe bo karên ku Es`ed di jiyana xwe de di warê lêkolînên şûnwarî de kir anî ziman.
Es`ed ji giringtirîn kesayetên zanyarî û rewşenbîrî di Sûryayê de ye, bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî, û lêkolînên berdewam di warê şûnwar, dîrok, û şaristaniya islamî de tê nasîn, salin dirêj bi şandên şûnwaran ên Emrîkî, Frensî, û Elmanî re kar kiriye, tê de di operasyonên xepartin û kolanê di şûnwarin ku temenê wan di ser 2000 sal re ye li bajarê Tedmurê beşdar bûye, ku ew jî di lîsteya Yonisko de di kelepora cîhanî de ne.
Jêder: Hevbendî