Îro roja înê hejmarek rêxistin û saziyên Civaka Sivîl pêşengeheke wêneyan li bajarê Xazî Entabê li Tirkiyê lidar xistin bi helkefta duwemîn salvegera komelkujiya rêjîma Esed li Xûta Şamê ya bi çekê kêmyawî ku têde 1507 kes Şehîd ketin û piraniya wan jin û zarok bûn.
Pêşangeh wê bo mawê 3 rojan berdewam be, ku têde wê wêneyên qurbanî û birîndarên komelkujiya kêmawî bêne pêşkêşkirin û herwiha wê şanoyeka zarokan jî li ser şeva tawanê bête nimayîşkirin û hin şayidhalên rizgarbûyî ji vê tawanê wê li ser bûyerê biaxivin.
Hêjayî gontinê ye ku Hevbendiya Niştimanî amaje kir ku duwemîn bîranîna komelkujiyê derbas dibe û hêjî tawanbar serbest e, di dema ku kesukarên 1507 şehîdan çaverêyên helwesteke navdewletî ne ku bigehêje asta qebara tawankariya derheqê xweştiviyên wan bûye, lê çi helwestê nabînin û herwiha çi rêşûnekê nabînin ku rê li pêşiya dubarekirina van tawanan bigire.
Dubare Hevbendiyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku bi berpirsyarî erkên xwe yên parastina aştî û ewlekariyê li Sûriyê hilgire, û ji bona standina rêşûnên bilez bo rawestandina tawanên dijmirov û binpêkiranan û misogerkirina dadgehkirina tawanbaran.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî bêguhdariya Civaka Navdewletî pirotisto kir û xemsariya wê û reftara wê ya berdewam ya ji bona bikaranîna xwîna Sûriyan wek pelikeke danustandinê ji bona bazarên qazinc û berjewendiyan di nav dijminan de.
Dîsa Hevbendiya Niştimanî dazanîn ku tawana kêmyawî tawanake ragihandî ye, ku herkes wirdekarî û hêmanên wê nas dikin, heger eşkere bînin yan neênin ziman, hemû dizanin ku ew alîyê tawankar her rêjîm e ku karîn û desthilat û vîna tawankariyê bo encamdana tawanê di destê wê de heye, herwiha sercem alavên berhemhênan û sazkirin û bikaranîna çekên kêmyawî yê hatî bikaranîn di encamdana vê tawanê de di dest wê den e, binav berpirsê tawanê nas dikin û herwiha navên encamderên wê yên pileberz jî nas dikin, dizanin çawa tawan hatiye kirin û paşî çawa ew çek bi bêşermî hatiye radestkirin.
Jêder:Hevbendî