Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi qurbaniyên ko Penaberên Sûriyê û sebir û samana wan li ser ewan çar salên buhirî diyar kir.
Piştî ko binvênevê dev ji mal û milkên xwe berdan ji ber şer û kuştin û tiroristiyê reviyan. Şerê ko Rêjîma Esed ew birêve dibe da Şoreşa azadî û rûmetê têk bibe û ji hemû kesên ala Şoreşê hilgirtine tolê hilîne.
Bi dûmahiya sala 2014an re hejmara Penaberên Sûriyê gihişt 3.8 milyon Penaberî, li dewletên derûdor belav bûne. Her wiha hejmara Derbiderên hundirê Sûriyê gihiştî bêtir ji 7.6 milyonî li gora raporta Birêveberiya Penaberan ya bi ser Netewên Yekbûyî ve û gelek ji wan Derbideran pir rewşa wan aloz e, piştî ko berê xwe dane Herêmine din ko bi sedema Rêjîmê ew dorpêç kirine li ser wan feriz bûne, û nehişt ko Rêkxistinên navdewletî derbasî wir bibin.
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi bizavên dewletên mêvandariya Penaberên Sûriyê kirine û bi taybetî yên cîran diyar dike.
Her wiha dozê li Civaka Navdewletî dike ko bêtir alîkariyan pêşkêş bike da ko pêdiviyên bi hezaran Penaber dabîn bike.
Em tekez dikin ko mezintir alîkarî bo Penaberên Sûriyê ew e ko karibin ewan li Welat vegerînin. Bi peydakirina Herêmên aram û hêmin û li ber firandina firokên Esed qedexe bin. Çimkî ew Firok ji derbideriya Sûriyan re sedema sereke ne.
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Mihemed Yihya Mektebî
20.06.2015