Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, pîrozbahiyê dide welatiyên sûriyê ji aşorî û siryanan bi helkefta cejna Ekîto, ya ku di 1 nîsanê de ye, wek roja yekemîn ji sala Babilî û Aşoriya.
Em vê cejnê li tevaya Sûriyan pîroz dikin, û em bi hêvî ne ku em van rojên dijwar derbaskin, û Ekîto li me vegere û em nêzî pêkanîna armanc û mafên gelê Sûriyê di azadî û dadmendî û rûmetê de ne, û em wek hevparên rasteqîn bijîn di welatekî ku rêzê li cûbecûrbûna çanda sûriyê digre, û kar ji bo parastina wê çandê bike, û wê çandê vediguhêze nifşên paşerojê.
Divê were destnîşankirin ku rewşa van rojan em tê re derbas dibin, hewcedarî hişyarî û baldariyeke mezin e, ev tê wê wateyê ku divê şahiyên vê cejnê di çarçoveyên malbatî yên teng de werin kirin, bêyî ku temîniyên rayedarên tenduristiyê werin binpêkirin û divê dûrî civîn û serdanan bin.
Ekîto li Aşoriyên Siryan û li teavayî welatiyên Sûriyê pîroz be
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan