Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, bi mixanbinî û nîgeraniyek mezin, nûçeya kuştina 11 hemwelatiyên Sûrî li ser destê Cendirmeyên Tirkiyê di dema dixwestin derbasî sînorê Tirkiyê bibin bihîst.
Di dema ku em matmayî dimînin li hember vê sosreta xembar, hevdem em vî tiştê li dijî xelkê me yên ji ber rêjîma Esed û tirsa mîlîşên tundrew li Sûriyê direvin şermezar dikin. Em ji dosta xwe Tirkiyê daxwaza vekirina vekolîneke bilez der barê vê bûyerê dikin, ji bo ronîkirina wê û eşkerekirina berpirsyarên wê, û em li benda wê yekê ne ku Tirkiya temîniyê li serbazên xwe yên li ser sînor bike ku yasayên şer û pevçûna bi kar neynin li dijî wan kesên sînoran bi şaşî ya bi mebest derbas dikin, ji ber ku kuştina jin û mêrên Sûriyê yên bêguneh nakoke digel reftara hikumeta Tirkiyê û gelê wê yê ciwamêr, yên ku mihvandariya xelkê me yên koçber kirine. Em bi hêvî ne ku desthilata Tirkiyê derfetê nede van biryarên takekesî yan ên bilez ji aliyê serbazên wan ên li ser sînorê Sûriyê.
Di dema ku bi bilindî em helwesta gel û hikumeta Tirkiyê dinirxînin, ji şoreşa Sûriyê û hewandina bêhtir ji 2 milyon û nîvan ji xelkê Sûriyê yên koçber re li welatê xwe, û niha li Tirkiyê hest bi xweşî û tenahiyê dike, û têgihiştina wê bi pêwîstiyên xelkê me di demên tundutîjiya Rêjîmê û DAÎŞ’ê û HSD’ê û yên din zêdetir dibe, ku xelk ber bi navçeyên aram diçin, lewra em bi hêvî ne ku zêrevanên sînor (Cendirma) di van pêdawîstiyên bilez de bigihêjin.
Xwedê şehîdan li ber rehma xwe şad bikê,
Û birînên birîndaran sax bike,
Û azadî ji girtiyan re,
Sûriya û gelê wê bi serbilindî bijîn.
Samîra Elmesalimê Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
19 hezîrana 2016