Di encama teqîneke xwekujî de, endamekî hêza Sotoro jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn îro Yekşemê 19 hezîrana 2016 li bajarê Qamişlo .
Teqînê vestîvala xirîstiyana ya bi mebesta vejandina komkujiya Sîfo li hola Elruha hatibû li darxistin li nêzî gulîstana Kindî li taxa Wista ku piraniya nişteciyên wê ji pêkhateya Xirîstiyan in armanc kir, li gor tekeziya peyamnêrê me li Qamişlo.
Peyamnêrê me diyar kir ku teqînê ziyanên darayî gihandin wê deverê, û birîndar jî bo nexweşxaneya Elselam hatin veguhestin.
Tê zanîn ku ev çaremîn teqîne di vê salê de taxa wista armanc dike.
Jêder: Hevbendî