Berdevkê Desteya Bilind ya danustandinan Riyad Ne’isan axa, diyar kir ku zêdetir ji hezar kesî her ji destpêka heyva Remezanê ji ber bombebarana rêjîma Esed û hevalbendên wê hatine şehîdkirin, û bal kişand ku rewşa mirovî biyekcarî li navçeyên dorpêçkirî têk çûye, û hejmara navçeyên dorpêçkirî di zêdebûnê de ye û gihişt 42 navçeyan.
Ne’isan Axa tekez kir ku şoreş hêjî li ber xwe dide, û wê oparesyonên xwe zêdetir bike û xwe ji birçîbûn û dorpêçkirinê re natewîne.
Herwiha Ne’isan Axa diyar kir ku hejmara girtiyan li rex rêjîma Esed zêdetir bûye, tevî girtina ciwanan li ser rêbendan û tevlîkirina wan di nav hêzên xwe yên leşkerî de, hevdem bal kişand ku gefa eşkenceya heta bi mirinê li her girtiyekî di girtîgehan de tê xwarin.
Ne’isan got: ” çekê me li hember firokên Rûsiya têra me nakin, û biryarek navdewletî heye ku nabe çekên dijî firokan bigehêjin opozisyonê, bi tirsa ku bikevin di dest terorîstan de yan firokên Hevpeymaniyê pê bênin xwar, lê hêzên opozisyonê tevî vê yekê jî karîbûn ziyanên mezin bigehînin hevalbendên rêjîmê”, hevdem eşkere kir ku Îran ziyanên xwe yên mezin û rojane vedişêr e, û tekez kir ku berî çend rojan 20 term hatin veguhestin bo Îranê, ku gelek caran wê termên xwe wiha veguhestine”.
Ne’isan Axa bal kişand ku nakokiyên di navbera rêjîmê û hevalbendên wê de gihiştine astek bilind, ji ber cudahiya armancan, ku rêjîm bi tenê xema mana xwe dixwe, û Îran xema dagîrkariya xwe dixwe, û Hizbulaha terorîst xema takalîbûna xwe li Sûriya û li Libnanê dixwe, di dema ku Rûsiya li cihek xwe yê mezin li Cîhanê digere; ji bona dubarekirina du cemseriya cîhanî û dubarekirina şerekî sar yê nû, herwiha dixwaze bibe xudan hêzek mezin li rojhilata navîn.
Jêder: Hevbendî + Elşerq Elewset