Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Elhesen, diyar kir ko redkirina Rêjîmê ji cîbicîkirina bendên mirovî ji biryara navdewletî ya 2254, ew dihêle ko Milet ber bi dewletê derdor û Ewropa ve Penaber bibe
Di roja cîhanî ya Penaberiyê de di daxuyaniyeke taybet de Elhesen îro Duşembê got ko Rêjîma Esed di bombebarana Bajar û Bajarokên rizgarkirî de berdewam e, û destnîşan kir ko biryara navdewletî ya hejmara 2254 di benda 12 û 13an de dibêje ku divê bombebaran û amanckirina sivîlan raweste û dorpêç ji ser herêmên dorpêçkirî bête hilanîn û alîkariyên mirovî bigehên û girtî bên berdan.
Doh yekşembê 64 şehîd ketin,10 Jin û 13 Zarok di nav wan de hebûn, û bêtirên wan ji Helebê bûn ku 37 şehîd lê ketin, ji encama bombebarana hêzên Esed û Rûsya.
Elhesen bal kêşand ser giringiya guhdana pirbûna hejmara Penaberan, ko ew diyarde ji encama planên Rêjîma Esed û li paş wê Îran ko bi awayekî rêbazkirî miletê Sûrî bi amanca guherîna dîmugrafî koçber dikin.
Elhesen daxwazên Hevbendiyê dubare kirin der barê giringiya destpêkirina danûstandinên Cinêvê careke din di leztirîn dem de, û çareseriya siyasî li ser Esed feriz bikin, tako Desteya desthilatdar ya veguhêz damezirînin û Beşar ji desthilatê bikeve, ji bo kuştin, koçkirin û wêrankirin raweste.
Jêder: Hevbendî