Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku gelê Sûriyê riya şoreşê hilbijart û armancên xwe berî yanzdeh salan diyar kirin, û bi sedhezaran şehîd û bi milyonan birîndar, girtî û koçber bo azadî, rûmet û dadmendiyê dûrî rejîma Esed ya tawankar pêşkêş kirin.
Rejîma Esed rejîmeke qirkirinê ye, bi hezaran tawanên cengê dijî gelê Sûriyê yê bêçek pêkanîne, û çala taxa Eltedamun hîn jî di hişê hemû cîhanê de ye, her wiha wêneyên zêdetir ji 10 hezar şehîdên di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dane, yên ku ji aliyê “Qeyser” ve hatin eşkerekirin, û ya jê dijwartir xeniqandina zarokan bi çekên kîmawî yên Esed e, ji bilî bi hezaran tawanên li curbecur parêzgehên Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya karekî cidî ji hemû dewletên cîhana azad dike, ji bo avakirina hevbendiyeke navdewletî ji bo sizakirina rêjîma Esed ya kîmawî, rêjîma ku milyonek şehîd kuştiye û bêhtir ji nîvê xelkê Sûriyê koçber kiriye, û Hevbendiya Niştimanî li gel hemû hêzên niştimanî yên Sûrî bizavê ji bo vê armancê dike.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî ji duh êvarê ve, hejmarek pêwendî bi rayedarên fermî yên Tirkiyê re derbarê daxwiyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêk anîne, û têde piştgiriya xwe ji daxwazên rewa yên gelê Sûriyê û cîbicîkirina biryara 2254 re tekez kirin.
Hevbendiya Niştimanî pabend e bi çareseriya siyasî, paqijkirina welêt ji rêjîma tawankar û sizakirina wê û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê, û tekaziyê li ser pirensîpên şoreşê û berdewamiya xebatê ta rûxandina rêjîma Esed dike, û ji civaka navdewletî daxwaza dadmendiyê ji Sûriyan re pêşdebirina prosesa çareseriya siyasî kir, bi armanca dabînkirina veguheztina siyasî ya berfireh, û bidawîkirina trajediya mirovî û siyasî ya dirêj.
Xwepêşandanên gelê Sûriyê yê azad duh li bakur, nîşan in ku şoreş hîn di dilê azadîxwazan de vêketî ye, lê divê tekezî li ser redkirina binpêkirinên çûbûne û şewitandina ala welatekî bira yê ku xwîna lawên wî bi xwîna me re bo rizgarkirina xakê û şerê dijî milîsên teroristî tevlî hev bûye, û mêvandariya derdora çar milyon Sûrî li ser xaka xwe kiriye,.
Dilovanî bo giyanê pakrewanan,
Azadî bo girtiyan,
Serkeftin bo şoreşa gelê Sûriyê yê gewre.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
12 tebax 2022