Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi pêngava wêrek û li pêş ya ku Firansa pê rabûye ji bo sizakirina rijêma Esed li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê pêkanîne anî ziman, ev yek piştî ku Wezareta Derve ya Firansayê belgeyên girîng û pirjimar yên ku vedigerin sala 2013 bo Dadgeha Giştî pêşkêş kirine, tekez dikin ku hêzên rijêmê di ber pêkanîna tewana hovane dermafê sivîlan li taxa Eltedamun li Şamê berpisyar e.
Û Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, got ku ev pêngav pêwîst û girîng e bo biserxistina yek ji rêyên herî girîng di çareya siyasî de, ew jî rêya lêpirsîn û sizakirinê ye, û tekez kir ku bêyî sizakirina tawankaran çareya domdar yaku pêkan be li Sûriyê cîbicî bibe çênabe.
Û Istêfo bal kişand ser ku divê piştgiriya Rûsiya ji rijêma Esed re nebe rêgir li pêşiya dewletan bo standina helwêstên cidî derbarê sizakirina rijêma Esed û sembolên wê li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê pêkanîne, yên ku belge bûne, û di raporên navdewletî yên serbixwe de hatine tekezkirin.
Û Istêfo ji hemû dewletên bira û dost xwest ku bi heman rêşûn û xebatê ji bo rakirina dosyayê bo Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî kar bikin.
Û Wezareta Derve ya Fransayê duh Înê daxwiyaniyek belav kir û têde ragihand ku wan belgeyên girîng yên têkildarî komkujiya taxa Eltedamun ya ku têde hejmareke zêde wêne û vîdyo hene ku vedigerin sala 2013an radestî Dozgeriya Giştî ya Qedexekirina Terorê (PNAT) kir, û ew belge nîşan didin ku hêzên rejîmê tawanên hovane pêkanîne.
Û Wezareta Karên Derve tekez kir ku Mijara têkoşîna li dijî bêsizakirinê ji bo dadmendiya derbarê û qurbaniyan e, û ev mijar ji bo avakirina aştiyeke mayînde mercekî bingehîn e, û cextî li ser berdewamiya xebatê ji bo sizakirina tawankaran li Sûriyê li pêş dadweriyê kir, û di heman demê de tawanên hovane yên ku gelê Sûriyê di deh salên dawî de rastî wan hatiyê bibîr anîn.
Tê zanîn ku di nîsana bûrî de rojnama Brîtanî The Guardian, vîdyoyek belav kir û têde got ku leşkerek ji milîsên bi ser rêjîma Esed ve ew komkujî eşkere kir, û di wê perçevîdyoyê de kuştina herî kêm 41 kesan ji aliyê hêzên Şaxê 227 asayîşên leşkerî ya bi ser rêjîmê ve diyar dike, her weha şewitandina laşên wan li taxa Eltadamun li Şama paytext di 16ê Nîsana 2013an de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî