Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku tişê li parêzgeha Deraa çêdibe hewcedarî tevgereke erebî û navdewletî ye, ji ber berdewamiya binpêkirin û tawanên rêjîma Esed dijî sivîlan, nemaze li bajarê Tefasê, û bal kişand ser ku rêjîm bizavê ji bo kontirolkirin û belavkirina milîsên Îranî li başûrê Sûrîyê dike.
Û Rehmê got ku dewletên Ereb di pileya yekemîn de têkildarî vê dosayê ne, ji ber ku belavbûna milîsên Îranî dê bibe metirsiyek ewlehiyê li ser asta Erebî, bi taybetî li ser Qiralgeha Urdinê, bi sedema siyaseta berfirehkirinê û mezhebîbûna Îranê û rêbaza wê ya ku li ser bingeha guhertina demografîk e li hejmarek ji deverên sûriyê, û Rehmê hişyarî da ku pêwîst e helwêsteke erebî ya lezgîn û vebir hebe, daku pirojeya Îranê gem bikin, û sînorekî li pêşiya binpêkirinên Îranê deynin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê bal kişand ser rola sereke ya ku Daraa ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de ta niha lîstiye, û got:“Deraa dergûşa şoreşê ye, û rastî piştguhkirineke nû tê ji cîhanê, û ta niha Deraa derdeseriyê ji ber tawanên Esed û milîsên Îranê dikşîne, û tiştê ku li bajarê Tefasê dibe tekez dike ku tevahiya gelê Sûriyê hebûna rêjîma Esed li Sûriyê red dike, û diyar dike ku ewên ku navê lihevkirin û lihevhatinan ji aliyê rêjîmê ve li wan tê kirin, hîlebaziyên rijêmê ne, daku bikaribe çeteyên xwe bi hêz bike, û her şoreşgerekî bigire.”
Û Rehmê tekez kir ku karê rêjîma Esed û milîsên Îranî ji bo derbaskirina keresteyên hişbir bo Urdinê û piştre belavkirina wan li welatên cuda, karekî pir metirsîdar e, lêbelê ew destpêk û beşekî biçûk e ji kirîz û kiryarên terorîstî yên di pey re, yên ku ev milîs dê pêk bînin eger karibin li başûr bihêz bibin û cî bigrin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî