Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi boneya Roja Navdewletî ya Jinê, şanaziyê bi jinên Sûriyê yên ku roleke wan a sereke di şoreşa Sûrî de di hemû waran de heye dike, ew jinên siyasetmedar û rojnamevan û birînpêç û dayîkên pakrewanan û hevjînên girtiyan in, û di hemî zehmetiyên jiyanê de xweragir in, ew zehmetiyên bi sedema tawankariya berdewam a rijêma Esed ji destpêka şoreşa Sûrî de.
Ev boneya ku tevaya gelên cîhanê ahengan bi xelatkirina jinan û pîrozkirina wan li dar dixin, lê bihezaran jinên Sûrî bi sedema helwestên wan ên li dijî rijêmê û piştgiriya wan ji şoreşa Sûrî re, di zîndanên rijêma Esed de ne, û rastî binpêkirinên berdewam, îşkence, tundûtûjî û dijminkariyê tên, bêyî ku çi saziyeke navnetewî an navdewletî bizavê bike ji bo wan ji hovîtiya rijêmê rizgar bike.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser giringiya rola jinê di şoreşa Sûrî de û piştgiriya rola wê û karê wê di pêşerojê de dike, ji ber ku berê û hîn jî beşekî sereke ji şoreşa Sûriyê ya gewre ye, ya ku bi têkoşîn û xebata tevaya xelkê wê berdewam vêketî û berdewam maye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
8 adar 2023