Daxuyaniyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko ew bi şerê tiroristiyê bi hemû cûreyên wê pabend in, û dê bi şirîkên xwe Tirkiyê û Hevalbendiya Navdewletî re kar bikin ji bo rêkxistinên tirsorist têk biçin, û xak û bajarên ko dagîr kirine ji miletê Sûrî re vegerin, û Hevbendî bi guhdan pêşveçûnên li bakurê rojhelatê Sûriyê dişopîne.
Hevbendiya Niştimanî bi mehan di bizava berfireh ya ji bo herêma aram li bakurê Sûriyê beşdar bû, ji bo rewşeke baş dabîn bikin bo xelk bi razîbûna xwe vegerin, û hevbendî hêvî dike ko bizav biser bikevin û desthilata hatî ferizkirin ya bi serkêşiya PYD û rêkxistinên tiroristî yên sînor derbas kirine û li wan herêman tundûtûjî û tiroristiyê pêk tînin nemînin.
Herweha Hevbendiya Niştimanî piştgiriya wezareta berevaniyê û serokatiya erkan dike, û tekez dike ko artêşa niştimanî amadeye li himber tiroristiyê raweste bi hevkarî û karê hevbeş li gel Tirkiyê, ya ko berjewendiyên niştimanî yên miletê Sûrî bi pêkhatiyên wî yên corbicor ji Ereb, Kurd, Tirkuman, Siryan û Aşûrî û yên din biparêze, û nahêle ko çi rêkxistinên tiroristî xaka Sûriyê bikar bînin ji bo gefê ewlehî û aramiya Sûriyê û dewletên cîran bikin.
Hevbendiya Niştimanî ji desthilata demkî û wezaret û birêveberiyên wan xwest ku amade bin ji birêvebirina çi herêmên ko bêne rizgarkirin re, û bizavê bikin bo encûmenên xwecihî yên bêne hilbijartin damezirînin, û xizmetên pêdivî dabîn bikin û ewlehiya xelkên me biparêzin, da mana wan di mal û bajarên wan de dabîn bibe, û bang li hemûyan kirin ko hevkariyê bi artêşa niştimanî re bikin ko tiroristiyê têk bidin û karê dezgeh û desteyên ko xizmeta hevwelatiyan bikin aktîv bikin.
Hevbendî têkilyên xurt bi dewletên dost û bira re dike ji bo wan bi rewşê agahdar bike, û piştgiriya bizavên siyasî û leşkerî dike ji bo metirsiya tiroristiyê ji ser rojhelatê Sûriyê bide alî, di heman çaxa ku li himber rêjîma zordar ya Esed bi hemû şêweyan radiweste.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Birêveberiya Medya û Ragehandinê
08.10.2019