Hêzên Taybet yên feyleqa duyem li derdora bajarê Efrînê li gundewarê Helebê bi amadebûna wezîrê bergiriyê û serpereştê Erkan yê desthilata Sûrî ya demkî lîwa, Selîm Idrîs, ligel serpereştê friqa Elhemzat yê artêşa niştimanî Seyf Ebû Bekir û çend serpereştên meydanî rahêneriyeke leşkerî pêk anîn.
Çalakî rahênaneke leşkerî bû, têde 500 şervananî bi serkeftin pêk anî, şervanan rahênnerên taybet di heyvên bûrî de li ser avêjtokên hawin û şeşberên giran û hilkişîna girekî mezin cîbecî kirin.
Lîwa Selîm Idrîs çavdêriya hemû qonaxên rahênana leşkerî kir, piştî ko serpereştên meydanî jê re şiroveya hemû qonaxên rahênanê kirin.
Ev ji amadekirinên artêşa niştimanî ya Sûrî ne, ji bo bilindkirina amadekariyên şer ji yekîniyên leşkerî re, bo peydakirina hevrêzkarî û hemagengiyê di navbera yekîniyan de, dema operasiyonên leşkerî çêbibin.
Ev rahênan sûrbûna wezîrê berevaniyê ji bo avakirina artêşeke niştimanî ya birêkûpêk li gora pîvan û bingehên leşkerî yên navdewletî bihêztir dike, û ewlehî û aramiyê li hemû herêmên rizgarkirî bêtir dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî