Ofîsa Tirkiyê ya têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ligel nûnertiya Hevbendiyê li Tirkiyê, tîma sûrî ya komîteya Sûrî-Tirkî, û hikumeta demkî ya Sûrî lidar xist, ji bo gotûbêjkirina pilanek hevbeş bi mebesta bihêzkirina pêwendiyan ligel partî û fraksiyonên parlamentoya Tirkiyê, ji bo danasîna şoreşa Sûriyê û sedemên giran yên koçberbûna bi milyonan xelkê Sûriyê bo derveyî welat.
Beşdaran tekezî li ser lidarxistina hevdîtinên hemereng ligel xwendekarên zanîngehan û gelek beşê civakî yên Tirkiyê û pêşkêşkirina simînaran li zanîngehan û taxên niştecîhan, ji bo ronîkirina têkiliyên dîrokî yên hevbeş di navbera gelê Sûrî û yê Tirk de.
Û wan tekezî li ser giringiya berdewamiya kar ji bo garantîkirina mana hemû penaberên Sûrî bi rengekî qanûnî li Tirkiyê kirin, bi hevkariya li gel saziyên Tirkiyê, heta bigihîjin şêweyek yasayî ya guncayî ji hemû dozan re.
Û beşdaran tekez kirin ku hêsankariyên vê dawiyê ji encama xebata komîtiya hevbeş hatin; alîkariya gelek Sûriyan kirin, û daxwaza xebateke zêdetir kirin, da ku rê li hewildanên rejîma Esed bigirin, da nakokî di navbera herdu gelên bira de dernekevin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî