Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bêguman gelê Sûriyê zane ku cîhana azad kare bihêle tewankar tewanên xwe rawestînin, lê viyan ji bo pêkanîna wî karî li rex wan tune ye.
Heye ku kuştina 28 şehîdan tevlî jin û zarokan, tenê hejmarek be li ser akranên telvizyonan, li rex gelek ji kesên dîtina her roj ji cendekên me re bûye tiştekî normal, lê li rex kesê ku dayik an bira an bav an jî zarokekî wî hatibe kuştin, bobeleteke sermedî ye.
Dagîrkariya rûsî, ragihandina agirbestê tenê wek derfeteke nû ji bo rêvebirina komelkujiyên xwe û veguhestina alavên kuştinê ji aniyeke şer ber bi yeke din ve dibîne.
Rojane tewan dijî gelê Sûriyê pêk tên, bêyî ku ti aliyekî navdewletî bilive, û çavdêriya rêkeftinan bi tenê, ne nîşana guhdana çareseriyê û rawestandina kuştinê ye, bi qasî ku bûye şêweyek ji şêweyên veşartina tewankariyan.
Dawîtirîn tewana dagîrkariya rûsî û îranî, dohî bû, bi kuştina 28 sivîlan, zarok û jin herweha bidehên birîndaran jî di nav wan de hebûn, bi êrîşkirina li ser gundên Heleb û Idlibê.
Bêguman dê ev tewan têkevin lîsteya reş a tewanên Rûsiya û Îrana hevpara wê û rijêma Esed a peyrewa wan, lê divê cîhana azad xwe neke dîdevanek sexte ya van tewankariyan, û gelê Sûriyê naxwaze civaka navdewletî bêdeng bimîne û derdeseriya wî mezintir bibe, lê ew bi hêvî ne cîhana azad helwesteke sincî û exlaqî û biryarin vebir û tund bistîne, û qesabxaneye ji berî 9 salan de berdewam e rawestîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
22 kanûna paşîn 2020