Daxuyaniyek Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî Yê Hevbendiya Niştimaniya Hêzên Şoreşê Û Rikaberiya Sûriyê
9 rêbendan 2015
Îro hatiye xuyakirin ku hevdengiyek navdewletî heye, ku Rêxistina DAÎŞê rêxistinek terrorist e û gefeke rasteqîne ye li ser ewlehiya Cîhanê bi tevahî, û emjî vî tiştî tekez û piştgir dikin , lê li hember vê yekê pêwîst e rola rêjîma Esed nehête piştguhxistin di çekirina DAÎŞ û rêxistinên din yên terorîst de bi hewla bikaranîna wan bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî û berdewamî di sepandina hikumê xwe yê diktatorî li ser gelan.
Her wekî di pêşiyê de me helwêsta xwe diyar kiriye, bi şermezarkirina hemû kiryarên teroristî û armanckirina sivîlan li her derê, herwiha carek din em her karekî teroristî şermezar dikin û her hewildana bo bêdengkirina serhildêran yan sepandina nêrînên siyasî û têkbirina azadiya gotin û nêrînê şermezar dikin, û em alîgirî û hevxemiya xwe ji xêzanên qurbaniyan re dupat dikin.
Hêjaye ku dîrok û serbora rêjîma Esed di serperiştî û sazkirina şanik û rêxistinên terorî de bi her awayekî berdest, hatiye selmandin û dîkomînt kirin bi rêya torên mafnasî yên cîhanê û serborek hetikiye di dadgehên navdewletî de, ku terora rêjîmê li ser astê navxoyî tête piyadekirin li dijî miletê Sûriyê bi bermîlên teqîner û çekên kêmyawî û bi dorpêçkirin û pirçîkirin û eşkencedanê di hindurê girtîgehan de ku di hovîtiya xwe de hovtire ji Naziyetê, û li ser astê derve tête pêkanîn bi rêka serbazkirin û meşqdana tundrewan bi rêka damûdezgehên xwe yên sîxûrî di hindur serbazgehên nehînî de li ser xaka Sûriyê, di herdu navçeyên “TilKoçer û Eyn Elsahib”de û ev nimûneyeke ji lîsteyeke dirêj , tevlî tekeziya Miftiyê rêjîmê Bediredîn Hesûn dema ragihand ku rêjîmê hin şanikên amade hene bo encamdana kiryarên teroristî di welatên Ewropî û Amerîka de, dibe hevşêweya tawana kuştina Refîq Elherîrî serokwezîrê Libnanê yê berê be, ku zorbeya belgeyan şûntiliyên Esed di wan tawanan de bi şêweyekî yekeser diselmênin.
Îro li pêşiya Cîhanê gelek bijarede û rêk nînin, berovajî vê çendê bo rûbirûbûna çavkaniya rasteqîne ya terorê, bitenê bijardeyek tak heye ku li jêr Sîbera “Mirovahiyê” bibin yek û bi xurtî li dijî dahênerên terorê û rêveberên rêxistinên terorîst rawestin, lewra ji lotkeya Ewropî ya çaverêkirî di 12 reşmehê de û li ser daxwaza Yekîtiya Ewropî bo behiskirina astengiyên jinavbirina terorê, em jê daxwaz dikin ku dijberiya rêjêmên çêker û derhênerên terorê li berçav bêne girtin, herwiha em daxwaz dikin ku rêjîma Esed têxin di serê lîsteya rêjîmên terorîst de, û lez bête kirin di rawestandina pilanên wê û rizgarkirina gelê Sûriyê ji tawanên wê.