Kampaniya Tirkî bi dirûşma “Ez bi sermayê hest dibim, alîkariya min bike” Karwanekî alîkariyan ji 134 Kemyonên barkirî pêk tê birê ket, 20 Kemyon ji wan gihan Wilayeta “Şanlî Urfa” ya li ser sînorê Sûriyê, Birêvebirê Leqê Alîkariyên Civakî li Şaredariya Şanlî Urfa Mirad Micdacî got:
“pêşbînkirî ye ku di nêzîktirîn dem de wê Kemyonên din jî bigihên”, û destnîşan kir ko Navendeke Locistiyê ji bo amadekirina alîkariyan, û 40 Turumbêlên belvkirina alîkariyan li ser 500 hezar Penaberên Sûrî yên li wilayetê ne belav bikin hatin terxankirin. Micdacî bal kêşand ser ko Nanpêjegeheke Guhêstok di nav alîkariyan de ye, rojane dikare 20 hezar Nanî bide. Şaredariya Istanbulê ya mezin û 25 Şaredariyên Taxan di Kampaniyê de beşdar bûne.
Bi texmînan serokê Şaredariya Istanbula mezin “Qadir Tobaş” û Serokê Nivîsgeha Partiya Dad û Geşepêdanê li Istanbûlê “Ezîz Baboşico” Sibe dê biçin Şanlî Urfa.
Jêder : Hevbendî + Enadol