Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku” derdeseriyên awareyên sûrî di hindur Sûriya û di dewletên Cîran de nediqewimîn heger ne ji ber kiryarên tawankarî yên rêjîma Esed ba, di herfandina xanî û avahiyan û koçberkirina welatiyan de, û derdeseriyên Sûriyan hêjî berdewam in ji ber kêmbûna xêvet û cilûberg û alavên germkirinê û sûtemeniyan û kêmiya mezin ya keresteyên serekî û pêwîst bo berhingariya kawdanên seqayê yên sext û dijwar”. Dîsa Elmislit û bi navê Hevbendiya Niştimanî sipasiya dewletên bira û dost kir, nemaze sipasiya Komara Tirkiyê û Erebistana Si’ûdî û dewleta Qeter û Mîrneşînên Erebî yên yekbûyî û dewleta Kiwêt û Amerîka kir, yên bi bangewaziya hawarhatina Sûriyan ve hatin ku heryek ji Ehmed Tu’ima serokê Hikûmeta Sûriya demkî û Suhêr Eletasî seroka Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê berî du rojan bangewaziyek dabûn Cîhanê bo alîkarî û hawarhatina Sûriyan bo rûbirûbûna pêla sir û sermayê ya ku bi ser deverê de hatiye, û got:”ez dubare sipasiya dewletên beşdar di kêmkirina derdeseriyên Sûriyan de kirine dikim û sipasiya dewletên penaberên Sûrî hewandine dikim û bêgoman ev bobelat nedihat serê Sûriyan heger ne ji ber kiryarên rêjîma tawankar ba, di wêrankirina Xanî û koçberkirina welatiyan de”. herwiha Elmislit tekez kir, ku qebarê bobelata Sûriyan di kampên awarebûn û penaberiyê de ji hemû dewletên Cîhanê yên din daxwaz dike, ku bi hawara gelê Sûriyê ve bên ji ber ku Sûriya dewletek “di bin bobelatê de ye” li gor ragihandina Serokê Hikûmeta demekî di demek bûrî de. Têzanîn ku Tora Sûrî ya mafên Mirovan di maweyê van çend rojên bûrî de mirina 11 kesan dîkîmont kir û ji wan 7 zarok in bi sedema seqa sermaya dijwar.
Jêder: Hevbendî