Komîteya karsipartî ya ji aliyê desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ve ji 11 endaman hatiye pêkanîn, îro karên xwe berdewam kirin bi gengeşekirina belgenameyên pêdivî bo hevpeyvîna Sûrî-Sûrî ya tête çaverêkirin di demeka pêş de li Qahîre bête lidarxistin, herwiha gengeşekirina belgenameyên pêşkêşkirî ji aliyê Desteya Hevrêziya Niştimanî bo Hevbendiyê. Di heman mijarê de, Hîşam Merwa; cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku di naveroka hin nameyên ji aliyên din yên pêkhateyên opozisyona Sûrî hatine, hin destpêşxeriyên erînî hene ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî, û got “Em di Hevbendiya Niştimanî de pêşwaziya hevkariya di nav tevaya pêkhateyên opozisyonê de li gor piransîb û armancên Şoreşa Sûriyê ji bo pêkanîna dad û azadî û demokrasiyê dikin, herwiha em daxuyaniya Jinêf1 bingehek serekî dibînin bo tevlîbûna her danustandinekê bi rêjîma Esed re bo dîtina çareseriyeka Siyasî , tevlî ku em pabendin ku nabe hîç rolekî berpirsên tawankariyên li dijî Sûriyan hebe di qûnaxa veguhêz de û ev daxwazeka diyar ya şoreşgerên Sûriya ye”. Merwa bal kişand ku armanc ji bestina danûstandina Sûrî-Sûrî yelalîkrina helwestên tevaya pêkhateyên rikberiya Sûriyê ye bo rajeya Şoreşa Sûriyê, û herwiha ji ber rijdiya Hevbendiyê li ser dîtineka çareseriyeka Siyasî ku dawiyê li êş û azarên gelê Sûriyê bîne, û daxwazên wan yên azadî û rûmetê dabîn bike. Herwiha Cêgirê Serokê Hevbendiyê got ku her diyalogek bibe pêwîste li ser binyatên piransîpên şoreşê be û ev piransîp dibin zemînek diyar bo her rêkeftinekê di navbera aliyên opozisyonê de. Cêgirê Serok amaje kir, ku rêjîma Esed danustandinên Jinêfê di sala bûrî de têkşikandin û ew hewl dide bo têkşikanda sercem destpêşxeriyên jinavbirina stemkarî û terora zal di Sûriya her ji salên heftêyî yên çerxê bûrî ve. Ji aliyekî din Merwa amaje kir, ku hevpeyvîna çaverêkirî digel hêzên din yên rikberiya Siyasî nakevin di çarçoveyê wirdekariyên Kongirê Mosko de, ji ber ku Hikûmeta Rûsiya êdî ne aliyek bêalîye di pirosêsa Siyasî de ji ber ku ew piştvanekî serekiye bo rêjîma Cinayetkar ya li Şamê.
Jêder: Hevbendî