Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî êrîşên terorîstî yên îro li Biroksilê û yên di çend rojên bûrî de li ser Enqera û Stembol û Adenê bûn şermezar dike, û di dema ku van êrîşan ji kok ve pirotisto dike, hevdem xemxwariya xwe digel xêzanên qurbaniyan û digel herdu gelên Beljîka û Tirkiyê radigehîn e.
Hevbendiya Niştimanî û hemû azadîxwazên Sûriyê li kêleka gel û hikûmetên tûşî terorê dibin yên li navçeyê û li tevaya Ewropa û cîhanê radiwestin, hevdem hevxemî û hevkariya xwe ya hevbeş di şerê dijberiya rêxistinên terorîst û dewlatên xwedîkerên terorê radigehîne.
Hevbendî tekez dike ku pêwîst e em tev dest bi kar bikin bo pirojeyê xewna cîhaneke tenah û seqamgêr.
Herwiha ku civaka navdewletî di dijberiya terorê de çi bijardeyek bidest nine, ji bilî pêdagirî li ser piransîpên mirovî yên cîhanî yên li ser binyatê azadî û dadweriyê ava dibin, û piştgiriya miletên li dijî zilm û zordariyê radibin, û standina helwesteke cidî ji rêjîma Esed ya cîhan baş di rola wê ya eşkere di piştgirî û berpirsyaretiya wê di ber belavbûna terorê de digihêje.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
22 adar 2016