Daxuyaniyek Rojnamegerî
Mihemed Yehya Mektebî
Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûrî
14 Sibata 2015an
Rastiya alavên ragihandinê di bêalîbûn û babetiya di karê rojnamegerî de xuya dike, dûrî partîtî, kesayetî û berjewendiyan. Alavên ragihandinê ên ku nûçeyên şoreşê dişopînin barê mezin ji gihandina rastiyan bo milletê Sûrî û bi taybet di vê dema giring de ji temenê şoreşê hildigrin, herweha pirsyariya gihandina nûçeyên ku heye bi gelek rengan bên têgihiştin û heye hin alî sûdeyê ji wan wergirin di guhertina rastiyan de .
Em di Hevbendiya Niştimanî de giringiya rola ragihandinê û azadiya derbirînê dupat dikin, û di heman demê de şêweyên hindek alavên ragihandinê şermezar dikin ,ew alavên awayên ” Rojnamegeriya Zer ” rêkar ji xwe re digirin û di riya wê re yekîtiya Hevbendiyê armanc dikin dema hewl didin ku fitneyê bixin navbera endamên wê de, em li ser pêwistiya pabendiya wan alavan bi pîvanên rojnamegerî û rêbazên exlaqî û pîşeyî tekez dikin.