Li beyaniya îro û piştî Civînên ev bû sê roj berdewam in, desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî biryara reşnivîsa belgenameya piransîpên bingehîn bo çareseriya Siyasî derxist, ku ji 13 bendan pêktê û dibe nexşeriya çareseriya Siyasî ji Sûriyê re.
di pêşiyê de belgenameyê tekezî li ser dubarekirina danûstandinên çareseriya Siyasî kir bi çavdêriya Netewên Yekgirtî li gor encamên kongirê Jinêf 2 û li gor biryarên Encûmena Ewlehiya Navdewletî yên pêwendîdar (2042-2043-2095 yên li sala 2012an hatîn derxistin) û herwiha li gor cêbicêkirina daxuyaniya Girûpa Kar Ji Bo Sûriyê ya naskirî bi Daxuyaniya Jinêvê.
belgenameyê destnîşan kir ku armanca serekî ji danûstandinan, cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv e bi hemû bendên xwe li gor fermanên herdu madeyên 16 û 17 ji biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118 ya di sala 2013an de derket û bi dualî hat pesendkirin, ji damezrandina “Desteya Desthilata Veguhêz” destpêdike ku dê tevaya desthilat û karînên cêbicêkirinê li xwe bigire û di nav wan de desthilatên Serokomar li ser wezaret û deste û damûdezgehên dewletê, ku artêş û hêzên çekdar û leq û dezgehên ewlekarî û hewalgerî û polîsan jî bi xwe ve digire.
Di Belgenameyê Hatiye ku merema pirosêsa Siyasî ewe guhertina rêjîma Siyasî ya niha bi şêweyekî jikokve û giştgîr tevlî serê rêjîmê û hemû sîmbol û damûdezgehên wê yên ewlekarî, û avakirina sîstemeka Sivîl û demoqrat li ser binyatê parvekirina desthilatê û firealiya siyasî, û gerantiya erk û mafên Sûriyan li ser bingeha wekheviya hevwelatîbûnê.
Di belgenameyê de tekezî hat kirin ku rawestandina kiryarên kuştin û topbarandin û armanckirin û girtin û eşkencedan û awarekirina Sivîlan, mercekî serekî ye bo destpêkirina pirosêsa danûstandinê, û herwiha ku rawestandina vê çendê dibe pîvan ji astê pabendiyê bi rewaya mafên mirov û biryarên Encûmena Ewlekariyê derbarê rewşa Sûriyê, û herwiha ev çende agirbestinê û serbestberdana girtî û revandiyan û şikandina dorpêça Sivîlan û rêxweşkirina gihandina alîkariyên mirovî bo wan û vegerandina aware û penaberan bo malên wan û rêzgirtina azadiyên giştî bi xwe ve digire.
Herweha belgeyê deshilatiya Desteya Fermandariya Veguhêz destnîşan kir, û ew wek desteyeke rewa û yasayî ku tekane raderbirînî desthilatiya dewleta Sûrî li ser hemû xaka wê li gor serastkirina siyasî, herweha pirsiyariyên desteyê bi 12 xalên dî de dema serkirdayetiya qonaxa veghêz destnîşan kirin.
Stendina pêrabûmnan û destnîşankirina awayên gerek bo lidarxistina kongirekeke lihevkirnek niştimanî ku hemû pêkhatiyên milletê Sûrî û nûnerên hêzên siyasî, şoreşgerî, sivîl, û kesayetin serbixwe bo danîna nerînên sereke bo destûra nû tê de beşdar bibin ji erkê Desteya Fermandariya Veguhêz e.
Desteya Fermandariya Veguhêz hilbijartinan bi çavdêriyek navdewletî li gor sîstema hilbijartinên ku li gor lihevkirina serastkirina siyaysî pê dibe bi rêxistin dike.
Dûv re Desteya Fermandariya Veguhêz wê rapirsiyekê gelêrî li ser destûra nû di bin çavdêrya Netewên Yekbûyî de çêbike, û li gor serastkirina siyasî wê hilbijartinin azad û paqij û pirnetew li gor deqê destûra hilbijartî û di bin çavdêriya komela damezirandinê, Netewên Yekbûyî, û rêxistinên civaka sivîl ên navdewletî.
Wê Desteya Fermandariya Veguhêz di avêtina gavin aktîv bo misogirkirina beşdariya hemû pêkhatiyên milletê Sûrî di operasyona veguhêz re derbest be, û stendina istratîjîk hevgirtî bo bidawîkirina tundiyê û rawestana dijî tiror, misogerkirina azadiya raderbirînê, û mafê welatîbûna wekhev bo hemû Sûriyan bê cudahî.
Belgeyê bal kişand ser ku desteya fermandariya veguhêz kar bi hevrêziya bi Encumena Ewlehiyê û Netwên Yekbûyî re bo biryarên xwe bi cî bîne dike. Herweha hat xwestin ku Desteya Fermandariya Veguhêz pîvanin bêlayen û serbixwe deyne ku ji hêla Encumena Ewlehiyê hatibin erêkirin, û belgeyê mecbûr dike eger xalin ji lihevkirinê bi cî neyên ku pêrabûnin li gor benda Heftan ji daxuyaniya Netewên Yekbûyî pêkbînin.
Belgeyê dît ku karê Desteya Fermandariya Veguhêz namîne kêlîka ku desteyên cîbicîkirinê ê hilbijartî karê xwe yê destûrî bigre, û dibîne ku Komeleya Damezirêner jî di kêlîka ku berlemanê hilbijartî rûniştina xwe ya yekem bi awayekî destûrî lidar bixe jihev dikeve.
Jêder: Hevbendî