Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
15.Sibatê.2015
Hevbendiya Niştimanî êrîşên tiroristî yên li ser Kobinhaginê paytexta Danimarkê çê bûn protesto dike, û piştgiriya xwe ji kes û malbatên qurbanî û birîndaran re dide xuyakirin, û em di Hevbendiya Niştimanî de tekez dikin ko em li kêleka milet û desthilata Danimarkê ne, da beraberiya kirdeyên tiroristî bike û em bawer in ko dê karibin beraberiya evan metirsiyan bikin, û nehêlin dubare bibin.
Miletê Sûriyê bi hemû pêkhatiyên xwe di kirêtiya kirdeyên tiroristî digihê, û bi taybetî yên ko sivîlan amanc dikin. Ew yên ko dixwazin aramî û hêminiyê têk bibin û armancin siyasî pêk bînin, an jî nerînin xwe yên dixwazin pêk bînin , û azadiya derbirîn û nêrînan têk bibin.