Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Tiştê ko Rêkxistina Dewletê ya tirorist bi tundûtûjiyê û koçberkirina kotekî ji Sivîlên Kurdan re li Bajarê Reqayê dike pirotestokirî ye û nayê pejirandin.
Miletê Sûriyê yê ko bi hemû pêkhatiyên xwe ve bi hevûdu re jiyaye, evan tawankariyan napejirîne û red dike û li himber wan bêdeng namîne.
Berpirsiyariya navdewletî eşkera ye li pêşberî evan tawankarî û zêdegaviyên ko Rêkxistina Dewletê û Rêjîma Esed di derheqê miletê Sûrî de dikin, gerek Civaka Navdewletî dest ji rêbaza xwe ya siyasî ya nuha berde, û hewlesteke tund bide da di rûyê evan tawankariyan de raweste û sivîlan biparêze.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
26.06.2015