Hewas Xelîl “Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî” got: tiştê ko rêkxistina Daiş kiriye bi kuştina bêtir ji sed kesî ji zarok, kal û jinan li bajarokê Berix Botan û bajarê Kobanî, tenê karê wan kesa ye yên felsefeya wan Serjêkirin û kuştin û rijandina xwînê ye.
Xelîl tekez kir, tiştê ko rêkxistina hovane û tirorist Daiş li Kobanî û Hesekê kir, ew karvedana rev û têkçûnên wan yên li Kobanî, Til Ebyed û Eyn Îsa bûn. Xelîl destnîşan kir ko ev Rêkxistina dirinde û şaxbelv bi hemû awayan dixwaze nakokiyê têke navbera Kurd û Ereban de, yên ko li Kobanî, Til Ebyed û Eyn Îsa bûn yek û Daiş ji wan deveran qewitandin , û Xelîl dibîne ko ne dûr e ew tevdana ragihandinê di dema dawî de li ser rûdanên Til Ebyed destê wê jî di evî karê hovane yê ko Daiş kiriye hebe.
Xelîl got: divê bileztirîn dem ew sivîlên hatine dorpêçkirin rizgar bibin û birîndar bêne çareserkirin û ewlekarî li bajêr vegere.
Bêtir got: gerek hêzên me yên ko li Herêma Kurdistanê hatine rahênankirin derbasî Herêmên xwe bibin û valahiya heye ku bi sedema wê ev hovên tawankar derbasî Kobanî bûn bête dagirtin.
Jêder : Hevbendî