Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisyona Sûriyê, Tirkiyê çi Serpereşt û çi Milet û Partî pîroz kirin, der barê serkeftina pêvajoya dîmuqratî û pêkanîna hilbijartinan ko gelek kes tê de beşdar bûn.
Hevbendiya Niştimanî Partiya Dad û Geşepêdanê pîroz kir der barê serkeftina wê ya balkêş û ev baweriya ko Miletê Tirskî dayê.
Her wiha hêvî dike ko bihêle Tirkiyê evê qonaxê bibuhirîne û rola wê di aramiyê de bêtir hebe û bêtir piştgiriya tekoşîna Gelê Sûriyê di azadî û rûmetê de bike.
Hevbendî tekeziya rêzgirtina xwe dike ji bizava Tirkiyê re di salên qeyrana Sûriyê de ji aliyê piştgiriya Penaberan û pêşkêşkirina alîkariyan ji milyonan xelkên hindirê Sûriyê re, hem jî piştgiriya siyasî li ser asta navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Opozisyona Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
02.11.2015