Sûriya di serê lîsteya dewletên herî tundutîj li wan heye de hat, li ser asta Cîhanê ligor raporta peymangeha “Abûrî û Aştî” debarê dewletên herî aram û herî tundutîj li Cîhanê, paş re Îraq û di pey re Efxanistan hatin.
Ku gelê Sûriyê rûbirûyî şerekî hovane dibe ji aliyê rêjîma Esed ve, têde bikaranîna sercem Cureyên çek û teqemeniyan tê kirin, ji kêran heta bigehe bikaranîna çekên kêmyayî û mûşekên Sikod û bermîlên teqîner tevî derbaskirina komên çete û girûpên olperist yên hevalbendên Esed û tevî herdu dagîrkerên welat Rûsiya û Îran.
Ku qurbaniyên vî şerî gihan bêhtir ji 300hezar şehîd û nêzîkî 14 milyon penaber û koçber û awareyan di hindur Sûriyê û li dewletên dirawsê û yên Cîhanê de.
Hêjaye gotinê ku Peymangeha “Abûrî û Aştî” ev raport derxist li ser bingeha pêverên nîşandera “Aştiya Cîhanî” ku ji lîsteyekê pêk tê 162 dewletan bi xwe ve digire, û pileya Aştiya Cîhanî tê qiyaskirin ligor 23 pîvanên cûreyî û yên kujmey, herwiha hêzên leşkerî jî dikevin di çarçoveyê pêverên nîşanderên Aştiyê de.
Ligor heman raportê, Îslenda li ser astê navdewletî di yekemîn rêzbenda dewletên herî aram û kêmtirîn tundutîj de hat û paş wê di çarçoveyê vê lîsteyê de di nav dewletên herî aram de şeş dewletên Ewropî hatin.
Herwiha Qeter di pêşiya dewletên Erebî de yên herî aram hat tevlî ku di asta navdewletî de di rêza 30ê de hat, paşî Kiwêt hat di rêzbenda 33an de û paşî Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî di rêzbenda 49an de hat.
Jêder:Hevbendî +Wekalat