Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî; bi tundî du teqînên xwekujî yên îro li heryek li bajarê Mari’h û bajarokê Hor Kilis şermezar dike, ku bargehên Eniya şamî di herdu navçeyan de hatin armackirin bo terorkirina serkirdeyên Eniyê li ser destê rêxistina DAIŞ ya terorîst, ku ev herdu êrîş hevdem hatin digel mijûlbûna şoreşgeran bi şerên li dijî rêjîma Esed, hevdem wek daxwaza rêjîma Esed û arzûya wê bi tolvekirina ji şoreşgeran li ser ziyanên xwe yên di heyva bûrî de.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku rûbirûbûna teror û tawankariyê nabe bêyî yekrêziyê û rêzgirtin û pabendbûna bi piransîpên şoreşê, herwiha encamdana guhertinek cûreyî di helwestên Navdewletî li hember baredoxên Sûriyê.
Heroj berpirsyaretiyên dîrokî û metirsîdar bi sedema tawankariyên terorîstî yên rêxistina DAIŞê û rêjîma Esed dikevin li ser milê Civaka Navdewletî ya ku li ser ferz e bilez piştgiriyê pêşkêşî Sûriyan bike, netenê ji bona rizgarkirina bêgunehan û bidestxistina mafên Sûriyan yên rewa, lê herwiha ji bona xweparastina ji gef û metirsiyên zêdetir yên kes gefa wan texmîn nake li ser miletên Sûriyê û deverê û Cîhanê bitevayî.
Em di Hevbendiya Niştimanî de û di dema Em sersaxiyê bi şehîdbûna hemû Sivîl û serkirdeyên şoreşger yên van herdu êrîşan dikin, hevdem em baweriya xwe bi hêzên Şoreşê yên pabend bi rewşt û piransîpên Şoreşê û yên rêzê li peyman û rêkeftinên navdewletî digirin, herwiha yên soza bergirîkirina berdewam ji Şoreşê re didin, li ser hemû astên siyasî heta rûxandina rêjîma Esed û rêzgirtin li Vîn û heza gel û bidestxistina mafên wî.
Salim Elmislit
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
8 Nîsan 2015