Di bangekê de Encumena Niştimanî ya Kurd ji cemawerên milletê me yê Kurd hevgirtina rêzan, xwergirtina di rûbirûbûna dagîrkeran, û hêzên ku gelek ji gundên Kurdan dagîr kirine xwest. Hêzên ku dest bi dijwarkirina dorpêçkirina henasçikên li ser bajêr û derdorên wî kirine, ku ev yek bû sedema koçkirina xelkên deverê ên bêçek û hêmin ji gundên xwe ber bi sînorên Tirkî de li Bakur.
Encumen nav di hemû hêzên qencî û aştiyê ên dijî tirorê, herweha deste û rêxistinên navdewletî û mirovahî li deverê û cîhanê de da, ta vê destdirêjayî û zordariyê rawestînin û têk bibein, herweha nav di birayên perçeyên Kurdistanê yên din de da bo bizava parastin û yarmetiya birayên xwe ji zordariya tiroristan û kuştarên tawankaran li Kobana xweragirtî bikin.