Daxwiyaniyeke Rojnamevan
Sibeha îro pêncşemê di heman roja bîranîna radestkirina Colanê bo dagîrkerê Israîlî de, hêzên rijêmê bi piştgiriya Milîsên Îranî bi topxane û mûşekan xaka sûriyê li gundewarê Idlibê bombebaran kirin, û bombebarana asîmanî di riya balefirên dagîrkerê Rûsî re hate cîbicîkirin.
Ji vê mijara seyr tête gihêştin ku rijêmê bi dirêjiya deh salan pîstirîn tawanên cengê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî û tawanên dijî mirovahiyê, ta bighêje îşkencekirin û bidarvekirin û koçberkirin û talankirin û bazirganiya bi keresteyên hişbir, pêk anîne,.
Pêşketinên bi dirêjiya hefte û rojên bûrî û katijmêrên vê dawiyê nîyeta gurkirina şer li ser Idlibê diyar dike.
Ji tevaya aliyên herêmî û erebî û navdewletî tê xwestin ku bi awayekî cidî kiryarên rijêmê û sponserên wê rawestînin.
Netewên Yekbûyî û aliyên navdewletî yên çalak di pileya yekemîn de berpisyar in, û divê tiştê diqewime rawestînin, û berdewamiya rewşa bêdengiyê dê nameyên şaş bişîne, û dê wek çireyeke kesk bo êrîşkirineke nû were têgihiştin, û bêguman encamên wê dê li ser tevaya aliyan bobelatî bin.
Ketwarê sûrî destpêşxeriyeke navdewletî ya cidî dixwaze, û cîhan îro hewcedarî kesayetin siyasî û rayedarên ku metirsiya qonaxê dizanin e, kesên ku xwedanên şiyanên mêrxasî û hişmendiyê bin, û karibin berpisyariya dîrokî yaku rewşa niha disepîne hilgirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 hezîran 2021