Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi tundî bombebarandina Firokên Rûsî yên cengê ko cihên Sivîlan li Gundewarê Hums û Hemayê amanc kirine pirotesto kir. di encama operasiyonan de gelek sivîl ji nav wan Jin û Zarok bûn qurbanî.
Ev êrîşên dijminane û binpêkirina rûmeta dewleta Sûriyê ko ne li gora çi yasayên navdewletî ne û li dijî pabendiyên navdewletî yên Rûsya ye, û ji nav wan pabendiya bi Cinêvê 1 ya ko nahêle tundî bêtir bibe û pêrabûnan dike ko tundî geş nebe.
Ji ber evê yekê ew Bombebarandina Rûsya ya ko nêzîk 40 şehîdî tê de çûn, û nûçeyên hatine belav kirin ko Rûsya Yekîniyên taybet şandine bargeh û firokxaneyên leşkerî ji bo amadekirina şerê bejî ew dijminayetiyeke bo gelê Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe ve û tekez dike ko Mosko şirîka Rêjîmê ye di tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovahiyê her wiha gotinên wê li ser dîtina çareseriyeke siyasî têk dibe. Û hem sozên wê ko bi pirinsîb û rewaya navdewletî pabend e nerast in, çimkî ew piştgiriya rêjîmeke bêrewaya navdewletî dike.
Em di Hevbendiya Niştimanî de berpirsiyariya yasayî û sincî didin ser Rûsya ya evan qurbaniyên sivîl bi şirîkatiya dagîrkirina Îran û mafê Sûriyan e ko ewê bidin ber berpirsiyariyeke navdewletî.
Êdî ji erkê Komkara Erebî ye ko evê êrîşa hovane pirotesto bike. Û rûniştineke awarte lidar bixe û mijarê gengeşe bike her wiha gerek Encûmena Ewlekariyê tevgereke berpirsiyar bike da ko Mosko bivênevê bike ko êrîşên xwe birawestîne û ji xaka Sûriyê vekêşe.
Gerek cîhan bizanibe ko awayê desthilata Rûsî ya dijminkarî piştgiriyeke hêzên tiroristî ye, bi taybetî heman awayê rêjîmê girtiye ew jî sivîlan bi mebesta kuştin û koçkirinê amanc dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
30.Êlûn.2015