Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Jêderekî berpis di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê wiha ragihand:
Li beyaniya îro roja înê, firokên dijmin hejmarek êrîşên esmanî birin ser 11 gund û bajarokên gundewarê Der’a, di encamê de 17 şehîd ketin di nav wan de hin jin û zarok hene.
Gund û bajarokên rastî êrîşên firokên Esed hatin ev in : Newa, Tefes, Şêx Miskîn, Busra Elherîr, Elmilêha rojava, Inxil,Elherak,Elsûra, Hamir, Til Cimû’h, Şêx Se’id, Selmîn.
Hevbendiya Niştimanî rêjîma Esed gunehbar dike bi encamdana van tawananan tevî herdu piştevanên wê Rûsiya û Îranê jî, û daxwazê ji Encûmena Asayişê dike bo liveke bilez bo rawestandina van komelkujiyan nemaze yên sivîlan armanc dikin.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî daxwazan ji Civaka Navdewletî dike bona pirotistokirina tawanên rêjîma Esed û kiryarên bombebarankirin û kuştinê yên firokên dagîrkariya Rûsiya û mîlîşên Îranê, hevdem tekeziya bilindbûna hejmara qurbaniyên xelkê Sûriyê dike ku gihaye 3233 şehîdan di heyamê herdu heyvên çêriya pêşîn û paşîn de ku di nav wan de 732 zarok hene ji encama bombebaranên Firokên dagîrkariya Rûsiyayê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
4 Çilê Pêşî 2015