Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku ewlehiya Sûriyê û dewletên derdorê pêk nayê, eger rijêma Esed û hevalbendên wê li Sûriyê bimînin, ji ber ku vê rijêmê ji bilî kuştin û wêrankirin û koçberkirin û anîna milîs û dagîrkeran tiştek ji sûriyê re pêşkêş nekiriye, û tenê keresteyên hişbir û kêşe û teror bo dewletên deverê hinartiye.
Rijêma Esed tenê peyrewê rijêma Tehranê ye, û berdewamiya wê di desthilatê de tê wateya ku dê hîn bêhtir milîsên Îranê belav bibin, û metirsiya Îranê dê nêzî hemû dewletên derdorê û dewletên dîtir li deverê bibe, û hêviya ku Esed ji Îranê cuda bibe an jê dûrbikeve hêviyeke têkçûyî ye, çimkê têkliya di navbera wan de organîk û tevlihev bûye, ji ber belavbûna Îranê ya berfireh li deverên di bin kontirola rijêmê de û di nava binyada wê bi xwe de, li gel piştgiriya rijêmê di riya milîsên mezhebî û karê li ser piştgriya wê di warê siyasî û aborî de re.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser giringiya rola erebî di bidawîanîna tirajîdiya gelê Sûriyê de dike, di riya helwesteke yekgirtî ya çareya doseya Sûriyê di berjewendiya sûriyan de misoger bike, daku karibin vegerin hembêza erebî û rûbirûbûna astengiyan li deverê li rex birayên xwe bibin.
Dabînkirina ewlehiyê bo deverê bi pêkanîna veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî 2254 ve girêdayî ye, daku rûxandina rijêmê misoger bibe, û milîsên biyanî ji welêt dûr bixe, û desthilatê radestî gel bike, gelê ku ji yanzdeh salan de bo bidestxistina azadiyê û pêkanîna xewna xwe di avakirina dewleteke azad û serbixwe û xwedî cîgeheke erebî û navdewletî xebatê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
20 gulan 2022