Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku encamên hilbijartinên Libnanê yên dawîn hêviyek nû di gengaziya guhartina rasteqîn û guhartina hevsengiyan di berjewendiya kesayet û partiyên niştimanî yên Libnanî de, yên ku xebatê bo serweriya Libnanê û serxwebûna rasteqîn ji rijêma Esed û ya Îranê dikin, çêkir.
Û Rehmê dît ku dibe ev hilbijartin bingehê bo destpêkirina serdemeke nû, yaku têde Libnan ji desthilatiya çekan û gendeliyê rizgar bibe, ava bike, û serweriya rasteqîn di riya bidûrxistina şepêlên peyrewiya rijêma meleyan dikin û nokeriyê ji rijêma Esed re dikin pêk bîne.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê, rêzgirtin û bilindnirxandina xwe ji kesayet û serdarên Libnanî re yên ku bi baweriya gelê Libnanê yê bira qezenc kirine, û li ser rawestana wan ya durust li kêlek gelê Sûriyê di şoreşê de û dijî pirojeya Îranê li Libnanê û deverê anî ziman, û bi taybetî serdarên Libnanî: Welîd Cinbilat, Semîr Ce’ice’i, Eşref Rîfî û Fuad Elsenyora.
Û Rehmê tekez kir ku doza sûrî û ya libnaniyan yek e, û bi hebûna amûra serkutkirin û kuştinê yaku rijêma Esed a tawankar û milîsên Hizbullah yên terorist nûnertiya wê dikin, herdû gel bi ewlehî û azadî û geşepêdanê şa nabin.
Û Rehmê cextî li ser Piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji tevaya şêweyên demoqratîk yên ku daxwazên gelan pêk tînin kir, û hêvî kir ku gelê Sûriyê karibe xewna xwe ya avakirina Sûriya nû yaku azadî û rûmeta tevaya welatiyan diparêze, û rêzê li dewletên derdorê û serwerî û serxwebûna wan bigre, dûrî rijêma Esed û sponserên wê û milîsên tawankar, pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî