Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî çar endamên nû ji nûnerên encumenên parêzgehên Dêra Zorê, Reqa, Helb û Idlibê tevlî xwe kirin, ev pêngav wek beşekî ji pirosesa berfirehkirinê yaku Hevbendiya Niştimanî di çarçoveya çaksaziyê de yaku di Desteya Giştî de biryar pê daye tê.
Û endamên nû ev in: Mihemed Salim Elmixlif nûnerê parêzgeha Dêra Zorê, Cihad Meter nûnerê parêzgeha Reqayê, Ebdellah Ibrahîm Hec Zêno nûnerê parêzgeha Helebê û Yosif Ebas nûnerê parêzgeha Idlibê.
Tê zanîn ku Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi dengê bêhtirê endamên xwe pilana çaksaziyê ya ji bo xurtkirina rewaya nûnertiyê di Hevbendiya Niştimanî de pejrandibû, da nûnertî cihê baweriyê be û tevaya aliyan li xwe bigire , û di encamê de Hevbendiyê daxwazên pevguhartinê yên ku encumenên parêzgehan di demeke berê de şandibûn erê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî