Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, piştgiriya tevgera gelêrî li bajarên gundewarê bakurê Helebê û nemaze ya li bajarê Babê yê gundewarê Helebê ragihand.
Û Elmislit di twîtekê de, tekezî li ser piştgiriya tevaya şêweyên tevgera gelêrî ya aştiyane û şaristanî kir, û got: “Ew ji destkeftên şoreşa me ya gewre ne.”
Û got: “Em giringiyê didin şopandina daxwazên xwepêşanderan û sizakirina gunehbaran di hundir mîkanîzmeke rêxistinkirî de, ji bo bicîanîna dadmendiyê û rizgarnebûna çi tawankarî ji sizayan, û çi kesê kêmasî kirine ji lêpirsînê rizgar nebe misoger bibe.”
Û di vî warî de Wezareta Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, duh yekşemê, biryara bidûrxistina Rayedarê Polîsên Leşkerî li bajarê Babê li gundewarê Helebê dabû, piştî ku pêla nerazîbûnên gelêrî ji bo bidûrxistina wî bilind bû, û tekezî li ser berdewamiya lêpirsînan û veguhestina kesên gunehbar bo dadgeha leşkerî kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî