Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, beşdarî di çalakiya di bin navê “Korta Lêborîna Derew” de yaku Sentera Heremon ya Lêkolînên Serdemî duh yekşemê li bajarê Stanbolê li dar xist kir, û wateyin ji lêborîna ku rijêma Esed di nîsana 2022an de derxistiye gengeşe kirin.
Di çalakiyê de Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, û Cîgira Serok Ruba Hebûş, û endama Desteya Siyasî Selwa Eksoy û hejmarek ji kesayet û saziyên civaka sivîl û tîma bi navê “Hêviyên wan Neşkînin” beşdarî kirin.
Û di çalakiyê de komcivîneke diyalogî li dar ket, siyasetmedar û berpisyarên saziyên yasayî û navdewletî beşdarî têde kirin, û dîdevanî ji hêla kesayetin ku ketine ber lêborîna rijêma Esed ya derew de hatin pêşkêşkirin, û pêşangeheke wêneyan li dar ket, û li dîdevaniyên zarokên girtiyan yên ku çarenûsa bavên xwe nizanin hat guhdarîkirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di gotara xwe de tekez kir ku giringiya eşkerekirina hûrgiliyên komkujiya taxa Eltedamun ne bûyerek tenê bi komkujiyekê ve girêdayî ye, lêbelê ew pêkhatina zincîrek dirêj ji komkujiyên ku rijêma Esed û milîs û sponserên wê ji destpêka şoreşa Sûrî de dermafê gelê Sûriyê pêk anîne diçesipîne.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya ku ev komkujî civaka navdewletî bilivîne kir, da doseya lêpirsîn û sizakirinê kartêker bike, û kesên tawanên cengê yên ku bingeha berdewamiya derdeseriyên gelê Sûriyê ne siza bibin, û bal kişand ser ku ev doseya perçeyekî sereke ji çareya siyasî ye, li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254.
Û Elmislit bal kişand ser ku babeta girtiyan di tevaya civîn û hevdîtinên ku Hevbendiya Niştimanî li gel berpirs û şanderên diplomasî li dar xistine tê gengeşekirin, û ya herî dawîn di hevdîtinên li rex Kongirê Biroksilê yê Dewletên Bexşînkar de bû.
Û Serokê Hevbendiyê cext kir ku serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî li bal Hevbendiya Niştimanî tiştekî pêşindeyî ye, û hewcedarî liveke navdewletî ye, nemaze ji aliyê Emrîka ve, daku fişarê li Rûsiy û rijêma Esed bike.
Ji aliyê xwe ve Cîgira Serok Ruba Hebûş li ser pêwîstiya karê tevayî li ser doseya girtiyan axivî, û tekezî li ser giringiya hevrêzkarî û hevkariyê di navbera saziyên mafnasî yên li ser belgekirina girtiyan dixebitin û dana dateya agahiyên belgekirî bo civakên navdewletî kir, û cextî li ser giringiya doseya girtiyan kir, ji ber ku ti malbateke Sûrî ya kesekî wê negirtî be an di zîndanên rijêma Esed de bi awayekî kotekî ne binçavkirî be tune ye.
Û Hebûş bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser zelalkirina mijara lêborîna derew li ser asta navdewletî dike, daku tiştê ku rijêma Esed pê radibe derbarê pêngavên paqijkirina wêneyê xwe û hewldana biserxistina rijêmê şirove bike.
Û di heman mijarê de endama Desteya Siyasî Selwa Eksoy tekezî li ser pêwîstiya rizgarnebûna tawanbaran ji sizayan û retkirina çi hewldanên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed û nemaze dewletên erebî yên ku divê bi qasî berpisyariyê bin kir.
Û daxwaza giringiya hebûna fişareke cemawerî ya berdewam, tevlî revenda li dewletên penaberiyê, û li ser asta saziyên navdewletî, ji bo nûjenkirina doseyê û jibîrnebûna mafê girtiyan, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî