Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî workşopekê li ser bicihbûnên leşkerî yên hevalbendên rijêma tawanbkar li Sûriyê û metirsiya pevguhartina cîgehan di navbera Rûsiya û Îranê de bi armanca berdewamiya kontirolkirin û berdewamiya tawanan dermafê gelê Sûriyê û metirsiya belavbûna Îranê ya leşkerî û mezhebî di Sûriyê li dar xist.
Û di workşopê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde û hejmarek ji endamên herdû Desteyên Siyasî û Giştî beşdar bûn, her weha Wezîrê Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de û hejmarek ji lêkolînerên Sûrî beşdaî kirin.
Û amadebûyan nexşeya tevgerên Îranê li curbecur deverên Sûrî û belavbûna hejmarek ji milîsên wê li bêhtir ji devereke Sûrî bi hevrêziya li gel hêzên dagîrkerê Rûsî, piştî ku Rûsiya beşek ji hêzên xwe ji baregehên xwe kişandine û amûrên xwe yên leşkerî jê derxistine bo cena li ser Okranya berçav kirin.
Û amadebûyan giringtirîn deverên ku Îran giringiyê didiyê daku pirojeya xwe ya mezhebî ya ji Tehranê dikşe ta Bexdayê û ta bighê Şam û Bêrûtê û nemaze devera Cezîrê û Ferat yaku jêre weke movika girêdanê ye berçav kirin.
Û kesên amade li ser pêngavên ku milîsên Îranî pê radibin û komikên leşkerî yên xwecihî ku ji aliyê Pasvanên Îranî ve ava dibin û girûpên êlan yên xwecihî bo piştgiriya wê ya leşkerî li deverê û xapandina nişteciyan di riya guhertina mezhebî re berdêla parastinê an bidestxistina diravan axivîn.
Û amadebûyan tekezî li ser metirsiya operasyonên belavbûna Îranê di deverê de û hewldanên wê yên herdem bo çespandina hebûna xwe çi di riya avakirina hêzên xwecihî re be an di riya avakirina civakeke xwecihî re be daku alîgiriya wê bike kirin.
Û amadebûyan temînî bo pêwîstiya nîgarkirina siyasetê û danîna stratîciya rûbirûbûna Îranê û pirojeya wê û piştgiriya xweragiriyê li bal xelkê deverê û têkliyên li gel wan bo hevrêzkirina helwest û hevkariyê pêşkêş kirin, herweha xurtkirina rola êl û hozan bo rûbirûbûna milîsên Îranê.
Û tekezî li ser pêwîstiya pêwendiyan li gel dewletên ereb û diyarkirina helwesteke erebî ya yekrêz li hember belavbûna Îranê û metirsiyên wê li ser Sûriyê û dewletên derdorê û dewletên deverê kirin, û bang li Netewên Yekbûyî bikin daku roniyê bide ser binpêkirinên ku rijêma Esed û Îran û milîsên wan li Sûriyê pê radibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî