Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, bi tundî bomberbarankirina firokên Rûsiya yên şerker li ser navendeke vaksîndana zarokan li gundê Eltima’ina li gundewarê Idlibê şermezar dike, ku bû egera wêrankirina navenda ku xizmetên pizîşkî bo nêzîkî 11 hezar zarokî pêşkêş dikirin.
Dagîrkariya Rûsiya zû îstratijiya xwe diyar kir ya guncayî ligel riftara terorîstî ya rêjîma Esed, ku ji oparisyonên wêrankirina rêbazkirî li dijî tabûrên artêşa Azad û sivîlû komelgehên nişteciyan pêk tê, heta bigihije wêrankirina şûnwarên dîrokê û cihên xudaperistiyê, û îro navendên pizîşkî jî yên zarokan bûne armanc.
Niha pêwîste Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê ne bitenê vê destdirêjiyê şermezar bike, lê karê bilez ji rawestandina wê re bike, û her berpirsek û encamderekî tawanên qirkirin û cengê li Sûriya siza bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
13 Çiriya pêşîn 2015