Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê bomberbarankirina hêzên dagîrker yên Rûsiya bi dirêjahiya 14 rojên bûrî li ser bêhtir ji navendeke ji navendên pizîşkî şermezar kiribû, ku bûn sedemên ziyanên mezin li ser nexweşxaneyan ku hin ji wan jikar ketin û bû egera ku birîndar û nesax bê çavdêriya pizîşkî bimînin.
Îro Rêxistina Sûriya ya hawarhatin û perepêdanê (Syria relife and development) ragihand ku ziyan li nexweşxaneyeke wê ya li bajarokê Hirîtan li gundewarê bakurê Helebê hat, ji encama armanckirina wê bi sê rûkêtên firokên Rûsiya, herwiha heman êrîş bû sedema birîndarbûna sê sivîlan li nêzîk nexweşxaneyê.
Rêxistinê li ser malpera xweya fermî diyar kir ku niha karmendên pizîşkî yên nexweşxaneyê wan hersê birîndaran û hin birîndarên din yên êrîşên li ser navçeyê çareser dikin, û têzanîn ku ev çaremîn êrîş e navendên pizîşkî yên rêxistinê li mawê heyvên dawiyê armanc dike.
Rêveberê Rêxistinê li Heleb û Tirkiyê Dr. Ebdulselam Deyf got ku “Em ne tirorist in, Em pizîşk in”, û herwiha got ku “pêwîst e hemû alî armanckirina me rawestînin da em berdewam bimînin li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên pizîşkî bo hemû sûriyên pêwîstedar”.
Hêjayî gotinê ye ku firokên Rûsiya yên şerker pêr navendeke vaksîndana zarokan li gundê Eltima’ina li gundewarê Idlibê bombebaran kir, ku bû egera wêrankirina navenda ku xizmetên pizîşkî bo nêzîkî 11 hezar zarokî pêşkêş dikirin, herwiha ku li pêşiyê jî firokên Rûsiya derdora Nexweşxaneya Elyediyê û Elîxlas û Elbirnas li ser qeraxê Sûriyê nêzîkî qadaTirkiyê armanc kir û Nexweşxaneya Elletamina tevî karmendên wê li Hemayê bi awayekî rasterast hatibû armanckirin.
Hevbendiyê di daxuyaniyek taybet ya Nivîsîngeha Ragihandina xwe de diyar kiribû ku dagîrkariya Rûsiya zû îstratijiya xwe diyar kir ya guncayî ligel riftara terorîstî ya rêjîma Esed, ku ji oparisyonên wêrankirina rêbazkirî li dijî tabûrên artêşa Azad û sivîl û komelgehên nişteciyan pêk tê, heta bigihije wêrankirina şûnwarên dîrokî û cihên xudaperistiyê, û îro navendên pizîşkî jî yên zarokan bûne armanc.
Hevbendiyê daxwaz ji Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê kiribû ku ne bitenê vê destdirêjiyê şermezar bikin, lê karê bilez ji rawestandina wê re bike, û her berpirsek û encamderekî tawanên qirkirin û cengê li Sûriya bide ber sizayan.
Jêder:Hevbendî