Şandyarê Birîtanî ji bo Sûriyê Garit Bayilî xweşhaliya xwe bi daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî Sûrî da, ya ji bo danûstandinên yekser li gora daxuyaniya Cinêvê, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya adilane ku daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de pêk bîne.
Bayilî Rêjîma Esed û yên piştgiriya wî dikin di daxuyaniyekê de ko malpera wezareta derve ya Birîtanî bi zimanê Erebî belev kiribû gotiye: ”ev in yên ko li pêşiya misogerkirina operasiyoneke veguhêz li Sûriyê ya ko çareya tenê ye ku zehmetkêşiya miletê Sûrî kêm bike dirawestin, ne hevrikiya nermnerîn e”.
her wiha Bayilî xweşhaliya xwe bi guhdana Hevbendiya Niştimanî da ji bo parastina sivîlan di heman çaxê ko rêjîma Esed sivîlan bi bermîlên teqîner amanc dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ew bi çareseriya siyasî pabend e ya ko li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên rewaya navdewletî û encûmena ewlekariyê û bi taybetî biryara 2118 ya di deqa wê de hatiye, divê cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê ji damezirandina Desteyeke desthilatdara veguhêz dest pê dike, û danûstandinên Cinêva 3 çê bibin gava ji aliyê Netewên Yekbûyî ve vexwendin jê re bibe li ser evan bingehan û ji xala Cinêva 2 lê rawestiya bû.
Her wiha tekez kir ko danûstandinên Cinêvê nemumkinin bibin û amanckirina Sivîlan bi destê Rêjîmê û dagîrkerên Îranî û Rûsî di derheqê miletê Sûrî de berdewam e.