Hisên Mihemed ku bi navê Hisênê Çaxir tê naskirin duh 13 Cotmehê bi guleyên asayişên Partiya Yekîtîya Demuqrat PYD birîndar bibû îro sibeha Çarşemê jiyana xwe ji dest da.
Hisên Çaxir yê kû temenê wî zêdetirî 70 salî bû , xwediyê dikaneke sazkirina paporan bû li bajarê Amûdê, ew û 3 kesên din bi navên (Dr. Ebdulsemed Mehmûd û Ferhad Mele Ibrahîm û Ibrahîm Îbo) di dema ku asayişan gule berdidan otombêlekê di hundurê bajêr de, dema ku wan cinazeyê endamekî Yekîneyên Parstina Gel YPG di Amûdê re derbas dikirin. birîndar bibûn lê ji ber kûrbûna birîna Çaxir ewî jiyana xwe ji dest da.
Jêder : Hevbendî