Rêveberya xweser ya bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve xelkên bajarê Kobanê ku hê koçberin agahdar kirin ku wê malên wan bêne desteser kirin ger ew venegerin li gor ku Xelil Mistefa endamê Encumana Niştimanî Kurdî ji mere ragihand.
Mistefa diyar kir ku ” PYDê dibêje ku gellek walatî vegeryane bajêr û mal tunene ku têde bicih bibin û pêwîst e ku kesên xwedî mal û ne li Kobanê ne vegerin û malên xwe bidin bi kirê yan jî wê malên wan bên desteserkirin”
Mistefa ev biryar bi tundî rexene kir û got “ev biryar şaş e ,ne ji mafê ti kesî ye ku destê xwe deyne ser xaniyên welatiyan”.
Ji hêla xwe ve Eli Ebdella ji mere nîşan da ku ew neçar ma ku vegere Kobanê da ku xaniyê xwe bide bi kirê û got “ez niha venedigeriyam bajêr lê ber vê biryara şaş ez neçar bûm û niha divê ku bi riyên qaçax vegerim Turkiyê ji ber nebûna dergehekî fermî”.
Jêder: Hevbendî