Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rijêma tawanbar yaku nexweşxane û navendên bizîşkî û nexweşxaneyên meydanî armanc kirine, û bi hezarên nojdar û kadroyên bizîşkî bi dirêjiya deh salan kuştine, îro bûye endam di encûmena cîbicîkar ya Saziya Tenduristî ya Cîhanî de.
Bêguman ku em îro li pêşiya diyarkirina karekî cihê şermê û têkçûneke sincî û gendeliya sazî û rêxistinkarî û yasayî ne, gelo çawa rijêmeke kujer û xwedana doseyeke tawanbarî, kariye bighê endamtiya Encûmena Cîbicîkar di Saziyeke Cîhanî de, saziya ku ji bo jiyana xelkê û xêra gelan dixebite.
Berî demekê saziya qedexekirina çekên kîmawî endamtiya rijêma tawanbar di saziyê de rawestandibû, bi sedema bikaranînên çekên kîmawî di cenga xwe ya dijî gelê sûrî de, tevî ku tawanên vê rijêmê di warê bizîşkî de ne kêmtir in ji tawanên din, ji ber ku rijêmê bi awayekî rêbazkirî nexweşxane ruxandin, û beşekî mezin ji wan kir cihên îşkencekirina mirovan, û bi pey tîmên hawarçûnê û yên di warê bizîşkî de dixebitin ket, em îro dibînin ku li şûna qewtandin an rawestandina endamtiya wê di Saziya Tenduristî ya Cîhanî de, wê dighînin Encûmena Cîbicîkar di wê Saziyê de.
Car li dû carê, sazî û rêxistinên navdewletî û tîmên lêpirsînê di warê tawanên cengê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî de, û raporên belgekirî derbarê tawanên ku rijêm dermafê gelê sûrî pêk tîne dertine, tevî tawanên kuştina di bin îşkenceyê de, yên ku di riya wêneyên Qeyser û dîdevaniyan re hatine belgekirin, her weha tawanên koçberkirin û guhertina demografî û tawanên bikaranîna bermîlên teqîner û çekên kîmawî û komelkujiyên curbecur û yên di riya bikaranîna çekên sipî û reş re.
Û li şûna ku rijêmê daxin ber darê dadgeh û sizakirinê, îro tawanbar tête xelatkirin, û daniştgeha di Encûmena Cîbicîkar ya Saziya Tenduristî ya Cîhanî de bo rijêmê dibexşînin, şaşiyeke dîrokî ye û pûçkirineke gewherî ye, û gendeliya di hundir laşên saziyên navdewletî de diyar dike, û eşkere dike ku lîstok di vê saziyê de hene, û dijî piransîpên ku ji bo wan ava bûye kar dike.
Ev tevgera bêserûber, zengilê metirsiyê derbarê sîstema navxwe ya vê saziyê û saziyên civaka navdewletî lê dide, ji ber ku rê dide vê şermê û baweriya gelan dihejîne, lêbelê nema baweriyê bi tevlibûna wê dihêle.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, vê rêşûnê şermezar dike, û daxwaza vekirina lêpirsînê derbarê rawestandina vê rêşûnê, û rola saziyê di rêşûn û rêxweşkirinê de daku bihêle rijêma tawanbar bighîne endamtiya Encûmenê Cîbicîkar, ji Netewên Yekbûyî û saziya Tenduristî ya Cîhanî dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
29 gulan 2021