Komîteya Sûrî-Tirkî Hevbeş li gel Hevrêzkarê di Wezareta Ciwan û Siporê ya Tirkî de behsa pirojeya tevlêbûna civakî di navbera ciwanên sûrî û ciwanên tirkî de kir, yaku Wezaret li ser kar dike, û ciwanên ji temenê 12 ta 18 saliyê armanc dike.
Û Hevrêzkarê Komîteyê Ehmed Bekora bi amadebûna Rêvebira Pêwendiyê Înas Elnejar pêşwaziya birêz Mehmet Mafîş Hevrêzkarê Pirojeya (Nexus projesi sorumlusu) kir.
Û birêz Mafîş li ser pirojeya ku wezaret li ser dixebite bi armanca ku tevlêbûneke civakî di navbera ciwanên sûrî û tirkî de çêbike axivî, û pêwendiyan di nav wan de xurt bike, û serdan û çalakî û seyranên hevbeş bo ciwanan lidar bixe.
Û piroje dixwaze ciwanên sûrî han bide ser ku ramanên alîkar di xurtkirina rêbaza tevlêbûna civakî de pêşkêş bikin, ew jî divê di riya tevger û çalakiyên wan re be.
Û di dawiya hevdîtinê de birêz Mafîş tekezî li ser hêviyên xwe di hevkariya li gel Komîteyê di curbecur war û pirojeyan de kir, her weha xurtkirina hevkarî û tevlêbûna civakî û hilanîna astengiyên ku rastî ciwanên sûrî li tirkiyê tên.
Hêjiyî gotinê ye ku Komîteya Sûrî-Tirkî Hevbeş bi awayekî berdewam li gel aliyên fermî rewşa sûriyan li tirkiyê gengeşe dike, û dixwaze hemû astengiyên rastî wan tên hilîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî