Thursday, June 19, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Gotara Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Derbarê Rewşa Aborî û Yasaya Qeyser

June 9, 2020
in Daxwiyanî
Reading Time: 3 mins read
A A
Gotara Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Derbarê Rewşa Aborî û Yasaya Qeyser

Merovên hêja li welatê min yê hezkirî

Merovên min li her deverekê

Silav û rêz

îro rewş li Sûriyê gihaştiye qonaxeke nû ya ku ti carî berê negihîştiyê, Sûriya ku berhemên xwe ji cîhanê re dişandin, îro zêdetir ji 85% mirovên wê di bin xêza xizaniyê de ne, û zêdetir ji 11 mîlyonan ji wan hewcedarî alîkariyên mirovahî yên cûrbecûr in.

Ev 50 sal in, azadî û aborî û biryara gelê Sûriyê ji destê wî hatiye derxistin, heta di mijarên herî biçûk de.

Ji ber vê yekê şoreş vêket, ji bo ku em bihêlin ev gel karibe azadî û biryara xwe ji nû ve bi dest xwe ve bîne, û em di Hêzên Şoreş û Rikberiyê de , bi zelalî dibêjin, mebesta me ne bidestxistina desthilatê ye, lê armanca me ew e, gelê Sûriyê karibe desthilatdarên xwe hilbijêre.

Take-aliyê di ber êşên gelê Sûrî û hilweşandina aboriyê berpirsiyar e, Beşar Elesed û kesên derdora wî ne, ew di ber her tiştê ku qewimîne û diqewimîn berpirsyar in, vê koma çetan ya hukumdar, samanên Sûryê û aborî û pêşeroja wê ji bo berjewendiya Rûsya û Iranraê di riya peymanên şermezarkirî re kirine giraw, da ku gelê Sûriyê demeke dirêj nirxên biha bide berdêla ku ev komçete desthelat bimîne.

Em ji bo hûrbînkirina hemû rêkeftin û peymanên ku hatine imzakirin dixebitin, û ger bandora wan li pêşeroj û serxwebûna Sûrîyê hebe wan rawestînin, ji ber ku ew ji alîyê dezgehek nerewa ve hatine îmzekirin.

Ev komçete amade ye serê xwe li pêş herkesî bitewîne, lê ber bi daxwazên gelê Sûriyê ve nayê, û dê hewl bide ku xwe ji yasaya Qeyser bide alî.

yasaya Qeyser ji bo Parastina Sivîlan e, û bi taybetî berjewendîya vê komçetê û şaxên wê yên ewlehiyê û mezintirîn tewankaran armanc dike, her weha hemî kesên ku piştgirîya rêjîmê di kuştinê de kirine, ji dezgeh û kesan, û nehêle ku ev tewankar sûdê ji Vetoya ku demek dirêje Encûmana Ewlehiyê pûç kiriye werbigrin.

yasaya Qeyser sivîlan armanc nake û wan diparêze, û nêzî keresteyên xwarinê û alîkariyên mirovahî û bijîşkî nabe.

Ka em hemû Sûriyên li dijî rêjîmê derketine, yên qurbaniyên giranbuha di dîrokê de pêşkêş kirine bînin bîra xwe, ewên ji bo tevaya Sûriyê, ji bo hemû gelê Sûriyê, ji bo tevaya zarokên Sûriyê rabûn, daku hemû di welatekî azad, rûmetdar, ewle û pêşketî de bijîn.

Derfeteke rasteqîn li pêşiya me wek gelê Sûriyê bi hemû pêkhatên xwe ve heye, ku rola me di dariştina paşeroja Sûriyê de hebe, Sûriya ku em tev pê diramin.

Vê derfetê winda nekin, ji ber ku fersendên winda dibin pir biha ne, ew nirx giyan û êşan zêdetir dike, Gelê me êdî nema dikare zêdetir tehmol bike.

Her rojeke din ku ev komçete di hikumdariya Şamê de bimîne, dê Sûrî berdêlên zêde bidin.

Ev komçeta tenê bi zimanê kuştin û wêrankirinê dizane, û dê di riya çêkirina şer û êrişên nû re hîlebaziyan bike.

Ti pêşeroj ji Sûriyê re nîne bi berdewamiya vê komçetê li ser desaletê, û sûrbûna wê li ser çareya leşkerî.

Tiştê ku em îro bi vegera xwepêşandanan û tevgerê dibînin, xwedan wateyên kûr in, çi ji aliyê wateya diruşmeyan de, yan jî taybetmendiya deverên ku ev xwepêşandanan lê derketine, ji bo vê yekê silav ji ciwanên leheng li Elsiwêda, Daraa, Idlib, Şamê, Heleb, û Dêrazorê û li seranserê Sûriyê re.

Merivên min ên Sûrî:

Ev komçete di qonaxa hilweşandinê de ye, û tiştê îro dibin, nîşanên çêbûna Sûriyeyeke nû ne, Sûriya azadî û rûmet û serfiraziyê.

Divê em hemû di asta berpisyariyê de bin, ji bo gelê me û paşeroja wî.

Divê em yek bin, û tevgerê ji bo rizgariyê bidomînin, û ber bi siberojeke baş ve biçin.

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Washington: Biryara 2254 ya Encumena Ewlekariya Navdewletî Take Stratejî ye li Pêşiya Rejîma Esed ji bo Dûrketina ji Desthilatê

Washington: Biryara 2254 ya Encumena Ewlekariya Navdewletî Take Stratejî ye li Pêşiya Rejîma Esed ji bo Dûrketina ji Desthilatê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.