Emerîka helwesta xwe ya xistina berpirsiyariya xirabkirina rewşa aborî li Sûrîyê di hustê rejîma Beşar Elesed de nû kir, û dît ku biryara 2254 ya encumena ewlekariya navdewletî, take-stratejî ye di destê rejîma Esed de ji bo dûrketina ji desthilatê
Û balyozxaneya Amerîkî li Şamê li ser rûpela xwe ya mediya civakî Facebook, ragihand ku divê rejîm gavên bêveger bavêjê ji bo cîbicîkirina çareya siyasî ji kêşeya sûriyê re, û rêzê li maf û xwestekên gelê Sûriyê bigire, yan jî wê hîn bêtir rastî cezayên bi armanc û dorpêçkirinê were.
Û balyozxaneyê got ku Beşar Elesed û rejîma wî yekser berpirsên rûxandina aborî li Sûriyê ne, ji ber ku ew her heyvekê bi milyonên dolaran di şerê xwe yê dijî gelê Sûriyê de xerc dike, li şûna ku bi wan pereyan hewcedariyên sereke dabîn bikin.
Û balyozxaneyê cext kir ku Waşinton dê berdewam be di sepandina cezayên bi armanc û fişarên aborî yên zêdetir li ser rejîma Esed, heta ku pêşkeftineke bêveger di rêça siyasî de pêk bîne, di riya agirbestê li seranserê welat li gorî biryara 2254 ya Encumena Ewlekariya Navdewletî.
Tê zanîn ku Nûnerên Amerîkî yên Partiya Komarî û ya Demokrat, yên Encumana Senatorên Amerîkî, roja duşema borî, daxwaza cîbicîkirina tund û vebir ji yasaya Qeyser re li Sûriyê ji Serokê Amerîka Donald Trump kir.
Û Nûneran gotin ku “divê Rêveberiya Emrîkî yasaya Qeyser bicîh bîne, heya ku ew bigihîje rejîmê û ewên ku hebûna rêjîmê diparêzin, ev jî wek peyamekê ye ku Esed hîn nayê pejirandin.
Hêjayî gotinê ye ku qanûna “Qeyser” cezayên aborî li ser rêjîma Esed û welatên ku piştgiriya wê dikin, wek Iran û Rûsya bi dirêjiya 10 salan, di warên enerjî, karsazî û veguhaztina asîmanî de ferz dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî