Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, gotereke dîtber arasteyî gelê Sûriyê kir, derbarê rewşa aborî ya ku welat tê re derbas dibe, û nêzîkbûna cîbicîkirina yasaya Qeyser ya parastina sivîlan a ku di 17 vê hezîrêrana em tê de çalak dibe.
El-Ebde nûjenkirina xwepêşandanên dijî rêjîmê û durûşmên têne rakirin bilind nirxandin, û got ku tiştê ku em îro bi vegera xwepêşandanan û tevgerê dibînin, xwedanê wateyên kûr in, çi ji aliyê wateya diruşmeyan de, yan jî taybetmendiya deverên ku ev xwepêşandanan lê derketine.
Û El-Ebde silav ji xortên qehreman li Elsiwêda, Daraa, Idlib, Şam, Heleb, û Dêrazorê û li seranserê Sûriyê re pêşkêş kirin.
Û got ku rêjîma Esed berpisyariyê di ber êş û azarên gelê Sûriyê de hildigre, û tekez kir ku aliyê yekemîn berpisyar di ber êşên Sûriyan û rûxandina aborî Beşar Esed û yên derdorê wî ne.
Û bal kişand ku şiyan û samanên Sûriyê yên aborî û pêşeroja welêt kir girawa berjewendiya Rûsiya û Iranê di riya rêkeftinên nizim re, daku gelê Sûriyê demeke dirêj nirxê wê bide, berdêla mana vê koma çetan di desaletê de.
Û El-Ebde cext kir ku ev komçeta di qonaxa rûxandinê de ne, û dît ku tiştê îro em dibînin wek zayînekê ye ji Sûriya nûjen re, daku di xweşiya azadî û rûmet û geşbûnê de bijî, daxwaz ji tevaya aliyan kir ku di asta berpisyariyê de bin, ji bo bercewendiya gelê me û pêşeroja zaroyên me hemiyan.
Û tekez kir ku şoreş ji bo ku gelê Sûriyê azadî û biryara xwe bi dest xwe ve bînê ye, û bal kişand ku derfetike rasteqîn li pêşiya gelê Sûriyê bi hemû pêkhatên xwe ve heye, daku peyv û îmza xwe di dariştina pêşeroja Sûriya ku em tev pê diramin hebe.
Û anî ziman ku ew Sûriya berhemên xwe ji cîhanê re dişandin, îro zêdetir ji 85% mirovên wê di bin xêza xizaniyê de ne, û zêdetir ji 11 mîlyonan ji wan hewcedarên alîkariyên mirovahî yên cûrbecûr in.
Û derbarê yasaya Qeyser, diyar kir ku bi taybetî berjewendîya vê koma çetan û şaxên wê yên ewlehiyê û mezintirîn tewankaran armanc dike, her weha hemî dezgeh û kesên ku piştgirîya rêjîmê di kuştinê de kirine.
Û eşkere kir ku ev yasa nahêle ku tewnkar sûdê ji vîtoya demeke dirêj Encûmana Ewlehî pûç kir werbigire, û tekez kir ku yasa sivîlan armanc nake û wan diparêze, û keresteyên xwarin û alîkariyên mirovahî û bijîşkî derveyî cezayên vê yasayê ne.
Û El-Ebde berdewam kir û got ku em wek Hêzên Şoreş û Rikberiyê , bi zelalî dibêjin, mebesta me ne bidestxistina desthilatê ye, lê armanca me ew e, gelê Sûriyê karibe desthilatdarên xwe hilbijêre, û got ku em tevaya rêkeftin û peymanên rêjîmê îmze kirine di bin çavan re derbas dikin, da ku yên bandora wan li pêşeroj û serxwebûna Sûrîyê hebe rawestînin, ji ber ew ji alîyê dezgehek nerewa ve hatine îmzekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî